Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome

Li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê şevê din gel daketin qadan û careke din daxwazên xwe yên azadiyê qîriyan.

Navenda Nûçeyan - Ji 16’ê Îlona 2022an ve ku Jîna Emînî qat qetilkirin, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên jinan di hemû qadên jiyanê de berdewam dikin. Gelê ku duh bi şev li gelek bajaran daketin qadan, daxwazên xwe yên azadiyê anîn ziman.

Li bajarên Tehran, Îsfehan, Kerec, Gohardeşt, Serable, Şîraz, Qezwîn, Kirmaşan û Sine gel daketin qadan û li dijî Komara Îslamî ya Îranê nerazîbûn nîşan dan. Xwepêşanderan bi qîrîna dirûşmên "An azadî an azadî", "Bimre dîktator", "Jin jiyan azadî" meşiyan. Her wiha xwepêşander bi daxwaza rakirina cezayê darvekirinê belavok belav kirin.

Polîsên girêdayî hikûmeta Îranê bi gazê êrîşî xwepêşanderan kirin. Xwepêşanderên ku bi paş ve gav navêjin, di daxwazên xwe yên azadiyê de bi biryar in.