Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê serhildana ku piştî qetilkirna Jîna Emînî destpê kir berdewam dike. Li 5 bajaran gel daket kolanan, rejimê protesto kir û avahiyên Besîcê dan ber agir.

Navenda Nûçeyan – Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana ku piştî ji aliyê ‘polîsên ehlaqê’ ve qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû, di meha 9’an de berdevam dike. Li kolanan protesto didomin û li aliyek din jî jinan li hember ferzkirina hîcabê li her deverê çalakiyên bêîteatiya sivîl li dardixin.

Li 5 bajaran gel daket kolanan

Doh şev di serî de li Sîne, Tahran, Karaj, Îsfahan û Jamê gel daket kolanan û hikumetê protesto kir. Gelê ku  li hember hikumetê dirûşm berz kir avahiyên Besicê (îstîxbarat) dan ber agir, li ser diwaran nîvîs hat nîvîsandin û pankartên girêdayî hikumetê çirandin. Hat xwestin ku cezayê darvekirinê rabe û heya derengiya şevê protesto berdewam kir.