Rojnamevanên Sûdanî ji bo debara jiyanê berê xwe didin pîşeyên alternatîf
Ji ber şerê berdewam ê li Sûdanê ku nêzî du salan e didome, gelek rojnamevanên jin di van şert û mercên dijwar de ji bo debara xwe bikin, berê xwe dane pîşeyên alternatîf.

MÊRVET EBD EL-QADIR
Sûdan – Şer û pevçûna di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bûne sedem ku gelek rojnamevanên jin ên Sûdanê karên xwe yên sereke winda bikin, ji ber wêrankirin û hedefgirtina van saziyan, astengkirina gihîştina wan a agahdariyê û rêgirtina li gihîştina wan a rastiyan.
Ji ber hewesa xwe ya ji bo rojnamegeriyê û daxwazên jiyanê, gelek rojnamevanên jin ên Sûdanî biryar dane ku dest ji riya dijwar a rojnamegeriyê berdin û kariyerên din bişopînin, hem li Sûdanê û hem jî li welatên ku lê penaber bûne.
Girtin û gefxwarin
Gelek rojnamevanên Sûdanî bûne hedefa gefan xiyanet û hevkariya ji aliyê her du aliyên şer ve. Hinek ji wan ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ve rastî girtin, gefên kuştinê û tacîza malbat û xizmên xwe hatine. Her wiha ew ji aliyê artêşa Sûdanê ve jî bi tohmeta hevkariya bi RSF'ê re hatine girtin.
Di destpêka şer de, hejmareke mezin ji rojnamevanan, bi taybetî yên ku ji bo televîzyon û radyoya neteweyî dixebitin di nava wan de çend rojnamevanên jin jî hebûn, çend rojan hatin girtin. Di heman demê de studyo ji hêla her du aliyan ve hat bombekirin û rojnamevanên di hundurê wê de jî bi bombebarana hevbeş re rûbirû man.
Rojnamevanên jin di encama şerê çekdarî yê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bi gelek pirsgirêkan re rûbirû man. Ew bûn hedefên hêsan ên tundî, zilm û heta kuştinê. Ji ber dema ku ji bo bidestxistina agahdariyê dixebitin rastî gef, êrîşên fizîkî û tacîzê hatin.
Gelek caran hatiye binçavkirin
Rojnamevan û wênekêş Enam Ehmedî dibêje ku dema ew ji El Faşêr ber bi rojhilatê Sûdanê ve diçû, li xaleke kontrolê ya Hêzên Piştgiriya Lezgîn a li Darfûrê, rojavayê Sûdanê hemû alavên wê yên medyayê, tevî kameraya wê jê hatine dizîn. Ew li navendeke binçavkirinê ya Hêzên Piştgiriya Lezgîn hatiye girtin, bi hinceta kişandina dîmenên pozîsyonên artêşa Sûdanê hatiye tawanbarkirin û gef lê hatiye xwrin ger ev yek were piştrastkirin d wê bikujin.
Enam Ehmedî da zanîn ku dema gihîştiye deverên di bin kontrola artêşa Sûdanê de jî bi heman bûyerê re rûbirû maye, piştî ku hêza xwe kom kiriye û xwestiye rastiyên li rojhilatê Sûdanê vebêje, ji hêla îstîxbarata leşkerî ya Sûdanê ve hatiye girtin. Piştî van hemû tacîzan Enam pîşeya rojnamegerî û medyayê berda û li kargehek Sûdanê ya piçûk a li herêmê xebitî. Bi armanca ku debara xwe û malbata xwe bike. Enam Ehmedî diyar kir ku ger jiyan normal bibe û hinek azadî hebe, ew ê vegere karê xwe yê medyayê.
Berhemên destan ên sade û hêsan çareseriya herî baş in
Gelek rojnamevanên jin ji bo debara xwe û malbatên xwe bikin, berê xwe dane karên destî û pîşeyên hêsan. Pêşkêşvana televîzyona El-Balad a Sûdanê, Wala Îbrahîm da zanîn ku ofîsên kanalê bi tevahî hatine wêrankirin û hem alav û amûrên wê hatine dizîn. Wela Îbrahîm berê xwe daye bazirganiya xwarinên sivik, çêkirin û firotina qehweyê da ku valahiya darayî tijî bike û debara xwe bike. Wala Îbrahîm bal kişand ku astengiya herî zêd pê re rûbirû maye, zêdebûna lêçûna materyalan bûye û wê hêvî kir ku dezgehên medyayê li Xartûmê xebatên xwe ji nû ve bidin destpêkirin da ku ew û hevkarên wê bikaribin vegerin karên xwe yên sereke.
Çêkirina aksesûarên kevneşopî
Pêşkêşvan û weşanger Zuhal Salah jî dibêje ku wêrankirina saziya wan a medyayê û bombebarana ku hatiye kirin bûye sedema windakirina hevkarên wan loma neçar maye bireve dewleta El-Cezîreyê li Sûdana navîn da ku karê xwe yê medyayê bidomîne û rastiyê vebêje. Lê piştî ku îstîxbarata leşkerî ya Sûdanê karê medyayê bê destûr qedexe kir, gihîştina agahiyan ji bo wê ne hêsan bû, ji ber vê wê biryar da ku careke din koçber bibe da ku li ewlehî û karên alternatîf bigere.
Zuhal Salah diyar kir ku di pîşesaziya aksesûarên kevneşopî de dixebitî da ku pêdiviyên rojane peyda bike. Her wiha hejmarek jin û jinên ciwan perwerde kiriye da ku fêrî vî pîşeyî bibin û di van şert û mercên dijwar û aloz de ji wan re çavkaniyek dahatê ava kiriye. Zuhal tekez kir ku kariyerên alternatîf dê nehêlin hewesa xwe ya ji bo medyayê ji bîr bike.
Koçberî ji bo lêgerîna ewlehî û pîşeyên alternatîf e
Gelek malbat ji bo dahata xwe bikin û li pîşeyên alternatîf bigerin serî li koçberiyê dane. Pêşkêşvana televîzyon û radyoya Niyala ya li rojavayê Sûdanê, Tasabîh Hamîd diyar kir ku piştî bombebarankirina mala wê û wêrankirina radyo û televîzyonê, neçar maye ji Niyala koçber bibe. Her wiha da zanîn ku dema kar dikirin û dengê rastiyê radigihandin dibûn armanca sereke ya êrîşan. Tasabîh Hamîd got: "Li gelek bajar û eyaletan em geriyan heya ku gihîştin derveyî Sûdanê. Min li Kampala dest bi karê nanpêjî û şirînahiyan kir û di vê pîşeyê de serkeftî bûm. Hinek jinên koçber bi min re di vî warî de dixebitin û di bingehê de bijîşk û endezyar in. Lê ji bo dahatê neçar in vî karî bikin. Em bi hêvî ne ku ewlehî û aramiya Sûdanê careke din vegere."
Xemilandin û dîzyankirina diyariyan
Rojnamevan û pêşkêşvana televîzyonê Fatimê Taha piştî ku ji karê xwe yê sereke bû ji bo debara xwe bike di sêwirandin û xemilandina diyariyan de dixebitî, neçar ma koçî Misrê bibe. Fatimê wiha axivî: "Piştî pevçûnên li Sûdanê rû dan û rojnamevan bûn armanca êrîşan û bê piştevanî man, min biryar da ku koçî Misrê bikim û di pîşeyek alternatîf de bixebitim. Min dest bi dîzyankirin û xemilandina diyariyan kir. Fikir serkeftî bû, niha bi vî karê di nava civakê de têm nasîn."
Hê jî rojnamevan bi îsrar in
Tevî van zehmetiyan, rojnamevanên jin ên Sûdanî bi îsrar in ku karê xwe bidomînin û rastiyê cihê ku peçvûn lê çêdibin vebêjin. Bi şertê ku derfet ji wan re were dayîn û her du aliyên pevçûnê pabend bibin ku wan bi pratîzekirina rojnamegeriyê li gorî qanûnên navneteweyî yên ku mafê rojnamevanan ê parastin û ragihandina rastiyê dixin bin temînatê biparêzin.