Rojnamevanên jin ên Tûnisê bal kişandin ser astengiyên ku li qadê tên jiyîn

Ji aliyê Tora Rojnamevanên Jin ên Mexrîbê (Hun) ve panelek li Tûnisê hate li darxistin. Di panelê de bal kişandin ser zoriyên pîşeyî û astengiyên pergalî yên jinên rojnamevan rastî tên. Diyar kirin ku jinên rojnamevan li qadê rastî astengiyên cidî tên.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Tora Rojnamevanên Jin ên Mexrîbê (Hun), di 7’ê Gulanê de, li peytexta Tûnisê bi armanca rojevkirina rewşa rojnamevanên jin û zoriyên ku pêre rû bi rû tên û tevî ku li qadê hejmara wan zêdeye xwegihandina mekanîzmayên biryargirtinê panelek li dar xistin. Beşdarvanan diyar kirin ku pozîsyonên asta jor ya di saziyên medyayê de ji aliyê mêran ve kirine yek, tevî hêza jinên rojnamevan didome. Sedemê vê nêzîkatiyan jî biçûkkirina rojnamevanên jinin. Jinan diyarkirin ku tenê tên bikaranîn û tu peywir nadin wan.

Rojnamevanên beşdarî panelê bûne, diyar kirin ku gava yekem a asankirina xwegihandina jinan a mekanîzmayên biryargirtênê yên saziyên medyayê, hevgirtina bi hevre û desteka pîşeyî ye. Sedemê ku jin wek tê xwestin di pozîsyonên biryargirtinê de cih nagrin serweriya xwe ji zîhniyeta mêr a hê didome digre.

‘Di nava jinên rojnamevan de avakirina toran’

Di çarçoveya panelê de koordînatora Tora Tûnisê Yesra el- Bellalî axivî û da zanîn ku armanca vê panelê avakirina tora hevkariyê di nava rojnamevanên jin deye û got: “Ev bi taybet gava yekem a avakirina qadek a xebatê ya bi ewle li dijî biryardayînên serdest û bi teybet zextên li dijî vê qadê ye. Tora ‘Hun’ hedef dike ku desteka hiqûqî û psîkolojîk bide jinên rojnamevan. Tor ji bo avakirina firsendan ji bo jinên rojnamevan û pêşxistina kêrhatî û perwerdeya wan di xebite. Eve pêvajoya bingehîn a avakirina torê ye.”

Têkoşîna demdirêj û îsbatkirin

Rojnamevana Tûnisê Necva el-Hammanî, dema pîşeya xwe ragihand, bal kişand ser zoriyên ku jin di qada medyayê de rastî tên û îfade kir ku bi taybet di mijara xwegihandina mekanîzmeyên biryardayînê de astengî hê didome. Axaftina xwe bi bîranîna gotinek a rojanamevan Şîrîn Ebu Akile ku jiyana xwe ji dest dayî dest bi axaftina xwe kir û got: “Ji bo xwe gihandina mekanîzmayên biryargirtinê nefesek dirêj pêwîste.”

Necva el-Hammanî anî ziman ku gelek deman rojnamevanên jin ne li gorî kêrhatiyên wan li gorî zayenda wan tên nirxandin û wiha got: “Jin ji hinek erkan bê par tên hiştin an jî dosyayên ku pêşkêş dikin bi hinceta pêşekî mêr, didin hevpîşeyên mêr. Zoriyên ku jinên rojnamevan rastî tên ji zextê, heta tacîzê dirêj dibe. Ev rewş di awayên dûrxistin, biçûkxistina keda jinan de derdikeve holê.”

‘Ezmûnên min ên pir dewlemend heye’

Necva el-Hammanî da zanîn ku wek rojnamevanên jin hewl didin xwe îsbat bikin û piştre jî hewl didin tenê bi pîşeya xwe hebe û got: “Di nava tora dijîtal, nivîskî, dîtbarî û bihistinê de min ezmûnên dewlemend jiyan kir. Min desteka hevpîşeyên xwe dît, min ezmûna tenê ku ji ber jinin dûrxistin û tacîzên pîşeyî ên giran jî jiyan kir. Divê wekhev nêzî jinên rojnamevan û mêr bibin. Li Tûnisê tevî ku rêjeya jinan di qada medyayê de nêzî ji sedî 80 zêde bûye, temsîla wan a di mekanîzmayên biryargirtinê de hê sînordare. Divê serkeftina jinên rojnamevan ên Tûnisê were dîtin. Divê em jinan tenê di rojên taybet de bi bîrneynin. Ji bo guhertina vê zîhniyetê sebrek zêde û hêz lazime, lê wê di dawiyê de guhertin were.”

‘Çima di mekanîzmayên biryargirtinê de jinên rojnamevan nîne?’

Lêkolînera Civaknasiyê û aktivîst Necat Ararî gelek faktorên ku asteng dike ku jin, bi taybet rojnamevanên jin bigihin mekanîzmayên biryargirtinê hene û got: “Di destpêka van astengiyan de faktorên mêrsalarî, çandî û civakî hene. Zîhniyeta mêrê serdest hê pozîsyonên biyargirtinê wek ê mêr dibînin. Zîhniyeta di saziyên medyayê de, hê di erkên didin rojnamevanan de bi bandorin. Mijarên wek siyasî û aborî wek karê mêr tê dîtin. Ev jî jinên rojnamevan hem di navendên nûçeyan de, hem jî di qada civakî de hertim berbi têkoşînê ve dehf dide.”

Nebûna tedbîrên pergalî û tacîza pîşeyî

Necat Ararî kêmbûna tedbîrên erênî û pergalên ku wekheviyê pêkbîne rexne kir û got: “Rojnamevanên jin bi taybet li herêmên pevçûn de di mijara şopandina nûçeyan û qabîlyeta tevgerê de rastî zoriyên zêde tên. Di bin navê parastinê de nêzîkatiyên tên pêkanîn, pêşketina pîşeyî sînordar kiriye. Astek din a tarî ku jinên rojnamevan rastî tên, tacîz, tundî û êrîşa zayendî ye. Ev tenê bandorên pîşeyî, psîkolojîk ava nake, di heman demê de bandorê li malbatan dike û pêşketina pîşeyî ya rojnamevanên jin asteng dike. Pirsgirêk ne tenê têrkeriya pîşeye, ewe ku saziyên medyayê hê mêrên rojnamevan wek bingeh dibîne. Divê pergala hundirîn a saziyan ji nûve were sererastkirin û girîngî bidin polîtîkayên xwe dispêrên wekheviya zayendî.”

‘Hebûn ne di asta tê xwestin deye’
Rojnamevana Lîbya û Koordînatora Lîbya ya Tora ‘Hun’, di heman demê de nûçegihana ajansa me Mona Tuka jî got ku jinên rojnamevan ji bo bigihijin mekanîzmayên biryargirtinê têdikoşin û got: “Sedemê vê nêzîkatiya civakî ya muhafazakare û pêşdarazên ku jin nikarên rêveberiyê bike ye. Hinek rojname ji aliyê jinan ve tên rêvebirin, lê belê hebûna wan a di mekanîzmayên biryargirtinê de hê ne qasî pêwîste. Bi taybet ji bo jinên rojnamevan qadek berfireh a azadiya çapemeniyê nîne. Gelek deman jin wek şekil tenê hene.”

Mona Tuka di dawiya gotinên xwe de da zanîn ku Ajansa Nûçeyan a Jinan (NUJINHA) derfeta rojnamevaniya azad daye rojnamevanên jin ên Lîbya û got: “Ajans di aliyê her welatekê de di xebite û ev gelek girîng e. Ji ber ajansên biyanî an jî rojnamevan gelek deman jinan ji bo rojevên diyar û vegotinan bi kartînin.”