Rojnamegerên jin xelat girtin
Xelatên Rojnamegeriyê yên Metin Goktepe ya nûçeyên Nivîskî ji Arjîn Dîlek Oncel re, Xelata Taybet a Jûriyê ji Şehirban Aslan re, Xelata Nûçeya bi Dîmenê ji Meral Danyildiz re hat dayîn.
Navenda Nûçeyan – Xelatgirên 25'emîn Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe diyar bûn. Di pêşbirka îsal de Arjîn Dîlek Oncel bi nûçeya xwe ya "Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla" ku 9'ê îlona 2021'an di Ajansa Mezopotamyayê de hatibû weşandin Xelata Nûçeyên Nivîskî wergirt.
Ji Jinnewsê Şehrîban Aslan jî bi nûçeya xwe ya "Wezaretê ji malbata welatiyê ku bi maşîneya zirxî hatibû kuştin tazmînatê xwest" hêjayî Xelata Nûçeyên Nivîskî ya Taybet a Jûriyê hat dîtin. Meral Danyildiz jî bi nûçeya xwe ya bi sernavê "Di medyaya dijîtal de bazara 'gurçikan'" a li Arti TV hat weşandin, di kategoriya Xelata Nûçeyên Dîmen de Xelata Taybet a Jûriyê wergirt.
Rojnamevanên din ên xelat wergirtine jî wiha ne:
Serkan Alan bi nûçeya xwe ya bi navê "Cihan Andiç: Ji Tirkiyeyê re aştî were" ku di Gazete Duvar de hat weşandin, xelat wergirt.
Di pêşbirka îsal de xelata wêneyê Hasan Dogan bi wêneyê xwe yê bi navê “Berxwedana Mîgros” wergirt.
Omer Karakuş jî bi nûçeya xwe ya sernavê "Rayadaran qenal çêkir, av ji bîr kir!" Xelata Rojnamegeriya Herêmî wergirt.
Dê xelat di merasîma ku di 10’ê Nîsanê roja rojbûna Metîn Goktepe de bê lidarxistin, bên dayîn.