Dayika 5 zarokan Îlham a 42 salî li Racoyê ji aliyê çetan ve hat revandin
Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li Raco ya Efrînê dayika 5 zarokan Îlham Ebdurehman Silêman a 42 salî revandin.
Navenda Nûçeyan - Komên çete yên girêdayî dewleta tirk li navçeya Raco ya Efrînê jin a bi navê Îlham Ebdurehman Silêman a 42 salî revandin.
Li gorî agahiyan, dayika 5 zarokan Îlham Ebdurehman birine zindana Maratê ya li navenda Efrînê. Hat zanîn hevjînê Îlham Ebdurehman Ebdo Karik jî beriya çend mehan ji aliyê çetan ve hatibû revandin û hîna jî aqûbeta wî nayê zanîn.