Talîban şiyarî daye Zanîngeha Belkh ku mamosteyên jin venexwînin civînan

Talîban qedexeyên nû li ser mamoste û xwendekarên jin ferz dike û bi rêya van qanûnan dixwazin jinên Afganî ji civakê dûr bixin û bikin jinên malê.

Navenda Nûçeyan - Rayedarên Talîbanê şiyariyên nû dane Zanîngeha Belkh ku mamosteyên jin venexwînin civînan, divê xwendekarên jin serê xwe bi hîcabên îslamî veşêrin û hîcabên rengîn li xwe nekin. Her wiha daye diyar kirin ku mafê tu kesî nîne di rêveberiya zanîngehan û polan de bi jinan re biaxive û destûr nayê dayîn ku xwendekarên jin têlefonan bikar bînin.

Talîban her roj qanûnên nû li dijî jinan derdixe û radigihîne ku ew bi yasayê îslamî re hevaheng in, lê bi rêya van qanûnan dixwazin jinên Afganî ji civakê dûr bixin û bikin jinên malê.