Jinên Afganistanê qedexeya xwendinê protesto kirin

Jin û aktîvîstên Afganistanê qedexeya xwendinê ya li ser zarokên keç ên 6 salî û jortir hatî danîn pirotesto kirin.

Navenda Nûçeyan – Mamoste û çalakvanên jin ên Afganî li paytexta Afganîstan Kabîlê qedexeya perwerdeya zarokên keç ên 6 salî û mezintir protesto kirin. Mamoste û çalakgerên ku li Kabîlê li ber Wezareta Perwerdê hatin cem hev, ragihandin ku ew biryara Talîbanê nas nakin. Jinên Afgan ên ku gotin "Dibistan vekin" û "Em edaletê dixwazin" bi slogan û pankartan daxwazên xwe eşkere kirin û dîmenê ku amade kirine li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirin.

Jin hatine dorpêçkirin

Jinên Afgan bi cilên dibistanê, lênûs û  pirtûkên dersê tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiya li ber wezaretê de jinên ji aliyê leşkerên Talîbanê ve hatin dorpêçkirin neçar man çalakiya xwe di bin dorpêçê de pêk bînin.