Rojnamegerên jin: Berteka hevpar a li dijî êrîşan jiyanî ye

Rojnamegerên jin, anîn ziman ku berteka li dijî êrîşên li ser Çapemeniya Azad girîngiyek jiyanî ye û wiha gotin: “Em ê bigotina 'Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin’ li ser karê xwe bin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Duh li Belçîkayê li dijî Stêrk TV û Medya Haber TV serdegirtina polîsan pêk hat, di serdegirtinên malan ên li Stenbol, Enqere û Rihayê de bi hinceta lêpirsîna 2022’an nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan û Esra Solîn Dal, xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş, Dogan Kaynak û Erdogan Alayumat hatin binçavkirin. Der barê rojnamegerên ku hatin binçavkirin de biryara sînordarkirina parêzeran hat dayîn û parêzeran jî îtîraz kirin.

Rojnamegerên ku êrîşên li ser Çapemeniya Azad wek êrîşek organîze nirxandin, bertek nîşanî binçavkirinan dan.

Rojnameger Candan Yildiz, bal kişand ku êriş û zextên li dijî çapemeniya Kurd veguherîne rewşeke pergalî û anî ziman ku furyayên binçavkirinê rojane pêk tên. Candan Yildiz, wiha got: “Pêkhatina vê yekê bêdengî ye. Ya herî xirab jî ev yek e. Divê zextên li dijî rojnamegeran asayî neyên dîtin û neyên qebûlkirin. Derbaskirina vê yekê ji bo hemû kesan peyamek e. Rojnamegerên ku di çapemeniya Kurdî de dixebitin herî dawî di çalakiyên Wanê de hatin binçavkirin û rastî tundiya polîsan hatin. Ev yek jî bêdeng derbas bû.”

'Deshilatdariya ku di hilbijartinên xwecihî de winda kir serî li van polîtîkayan da'

Nûçegihana JINNEWS'ê ya Enqereyê Dîlan Babat jî da zanîn ku desthilatdariya di hilbijartinên xwecihî de winda kir, yekane karê wî êrîşa li dijî çapemeniya azad e. Dîlan Babat, bal kişand ku du di salên dawî de her roj çavên xwe bi binçavkirin û serdegirtina polîsan vedikin û wiha got: “Desthilatdarî her cara ku tengav dibe çapemeniya azad û rojnamegeran hedef digre. Ji salên 1990’î vir ve ev êrîş bi awayekî pergalî bi polîtîkayên cuda berdewam dikin. Her cara ku desthilatdarî di neçareseriyê de îsrar dike, destpêkê çapemeniya azad sînordar dike. Bêguman li dijî van êrîşan em ê heqîqetê ragihînin. Me di pêvajoya hilbijartinê de van binpêkirin û zextan eşkere kir. Me desthilatdariyeke ku winda dike, çawa di nava tirsê de ye ji hemû cîhanê re ragihand. Desthilatdariya ku piştî hilbijartinên xwecihî têk çû, destpêkê me hedef girt.  Hevalên me binçav kirin. Binçavkirin û serdegirtinên wiha me salên borî gelek caran dîtiye û di van dosyayan de delîlên şênber nîn in.”

‘Ev êriş me bi hêztir dikin’

Dîlan Babat diyar kir ku êriş wan natirsînin, dijberî wê, wan bi hêztir dikin û wiha domand: “Em van êriş û zextan dizanin. Em ê her dem bi pênûsa xwe rastiyan binivîsînin. Em ê karê xwe bidomînin. Em barê hevalên xwe yên ku hatine girtin hildigrin û riya xwe didomînin. Ev êriş me qels nakin, dijberî wê me bi hêztir dikin. Ez careke din dubare dikim dê dengê çapemeniya azad neyî birîn.”

‘Çareseriya krîzan di polîtîkayên êrişan de dibînin’

Nûçegihana JINNEWS’ê ya Mêrdînê Oznur Deger jî bal kişand ku desthilatdarî dixwaze ji pêvajoya bi krîz, bi polîtîkayên êrişan xwe rizgar bike. Oznur Deger diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hem ji bo ji nava krîza li Tirkiyeyê, hem jî ya li Rojhilata Navîn didomîne derkeve, serî li polîtîkayên bi vî rengî dide û wiha domand: “Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê zext, êriş û sansurên desthilatdariya AKP-MHP’ê bi salan e li ser çapemeniya azad didomin. Mînaka vê ya herî dawî jî duh li Stenbol û Enqereyê me dît. Hinceta binçavkirina hevalên me nayê zanîn lê em dizanin ew rastî çi ne. Rasthatina vê yekê ya di 23’yê Nîsanê de jî ne tesadufî ye. Sala borî jî di heman rojan de rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Komara ku li ser înkara gelê Kurd hatiye avakirin, ketiye dusedsaliya xwe û ev yek bi heman polîtîkayan didome. Bi vê yekê peyam didin ku dê êriş berdewam bikin. Ji dîrokê ve heta niha li ser çapemeniya azad êriş mezin çêbûn. Li ser gelê Kurd di her warî de êriş hene. Desthilatdarî çareseriya krîzan di êriş û bêdengkirina çapemeniya azad de dibîne.”

‘Divê bertekên mezin werin nîşandan’

Oznur Deger herî dawî wiha got: “Sekn û peyama me pir zelal e. Ne girtin ne jî binçavkirin dê tu carî me têk nebin. Em bi hêza ku me ji Apê Mûsa û Gurbetellî Ersoz girtiye dixebitin. Çiqas dixwazin bila êriş bikin, em ê di her mercî de bixebitin. Divê li dijî van êrişan bertekên mezin werin nîşandan. û piştgirî mezin bibe. Bertek gelek girîng in. Divê hemû rêxistinên rojnamegeran xwedî helwest bin, bi bertekên xwe derkevin kolanan.”