Xerca zewacê ya 400 TL ji bo koçberan bû 10 hezar TL!

Seroka Şaredariya Afyonkarahîsar ya CHP Burcu Koksal ku bi gotinên xwe yên faşîstane tê nasîn, xerca zewaca koçberan ku 400 lira ye kir 10 hezar lira. TKDF bal kişand ku wê jin bibin mexdur û got: “Dawî li van pêkanînên xweyên cihêkariyê bînin.”

Navenda Nûçeyan- Seroka şaredariya Afyonkarahîsar ya CHP Burcu Koksal ku  cihê karê koçberan li Afyonkarahîsar girt û rastî bertekan hat, pêkanîn û gotinên xwe yên cihêkarî berdewam dike. Burcu Koksal vê carê jî bi pêkanînên xwe yên cihêkarî yê derbarê koçberên ku amadekariyên zewacê dikin de ket rojevê.

Burcu Koksal ev daxuyanî dabû: “Ji bo xerca zewacê, nirxên hatine diyarkirin demkî ne, ji bo koçberan 25 qat were bikaranîn. Nirxê salona zewacê ya şaredariyê ku 400 TL ye, ji bo koçberan em ê weke 10 hezar TL pêk bînin.” Derbarê pêkanîna mijara gotinê de li ser hesabê medyaya dijîtal ya şaredariyê de ev parvekirin hate kirin: “Meclîsa şaredariya Afyonkarahîsar li gel heq e, me li gel gelê xwe biryar girt. Ji bo bajarê me serxêrê be.”

TKDF: Yê bibe mexdûr cardin jine

Federasyona Komeleya Jinên Tirkiye (TKDF) li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal X Burcû Koksal etîket kir û ev daxuyanî da:

“Li Afyonê seroka şaredariyê ya hat hilbijartin Burcu Koksal ji roja hatiye ser erk heta niha em sekna wê ya li beramberî koçberan bi awayekê bi fikar dişopînin. Herî dawî xerca zewacê ya 400 Tl, bi biryara meclîsa şaredariyê kir 10 hezar TL. Li Afyonê rêjeya gelê herêmî ji sedan 1.5 e. Ev rêje dide diyarkirin ku bi destê şaredariyê ev bêhiqûqî bi temamî armanca popîlist dihewîne. Di encama vê pêkanîna cihêkar de ji bo zewaca fermî êdî nikarin pêk bînin, neçar dibin zewaca mela pêkbînin. Car din yê ku bibe mexdur jin e. Burcu Koksal divê demildest dawî li vê pêkanîna cihêkar û bêhiqûqî bîne.”

Bi gotinên nijadperest ê li dijî DEM Partiyê ketibû rojevê

Di hilbijartinên herêmî yê 31’ê Adarê de namzeta Seroka Şaredariya Afyonkarahîsar ya CHP’ê Burcu Koksal, di xebatên  hilbijartinê de bi gotinên xwe yên nijadperest bûbû rojev. Burcu Koksal di axaftinek xwe ya di 6’ê Adarê de wiha gotibû: “Dema ez hatim hilbijartin, deriyê şaredariyê ji derveyî DEM Partî wê ji hemû partiyên siyasî re vekirî be.”