Li lehiyên Brezîlyayê de 56 kes jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên ku di lehiyên Brezîlyayê de jiyana xwe ji dest dan bû 56 û hejmara wendayan jî bû 67.

Navenda Nûçeyan – Lehiyên ku ji ber barana zêde ku hefteyek e bi bandor e li eyaleta Rio Grande do Sul a li başûrê Brezîlyayê çêbû, bandoreke neyînî li jiyana bi sed hezaran kesî kir. Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Parastina Sivîl a girêdayî eyaletê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane bûye 56 û hejmara kesên winda jî bûye 67.

377 hezar û 497 kes ji ber lehiyê bandorbûn

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 74 kesên birîndar rakirine nexweşxaneyan û xebatên lêgerîn û xilaskirinê jî dewam dikin. Li gorî medyaya herêmî 377 hezar û 497 kes ji ber lehiyê bandor bûne û li 281 bajarokan zirareke mezin rû daye.

'Di dîroka eyaletê de bûyera herî wêranker e'

Waliyê Rio Grande do Sulê Eduardo Leite di daxuyaniya xwe ya roja înê de diyar kir ku hê jî herêmên ku nikarin xwe bigihîjin wan hene û got, “Em di rewşeke pir awarte re derbas dibin. Ev ne bûyereke krîtîk e, lê bûyera herî wêranker a dîroka eyaletê ye.” Eduardo Leite îfade kiribû ku ew ji ber mezinahiya trajediyê ji bo 180 rojan ‘rewşa karesatê’ îlan kirine û ji bo ji heremên karesatê mirovan derxin di nav hewldanekê mezin de ne.