Li Minbicê zarokek di êrişa dewleta Tirk de birîndar bû

Gundên Ewn Dadat ê bakurê Minbicê ji aliyê dewleta Tirk ve hat topbarankirin û di encamê de zarokekî 11 salî birîndar bû.

Minbic – Hêzên girêdayê Tirkiyeyê gundên Tinib û Meranaz yên girêdayê Efrînê bombebaran dike. Li gor agahiyan xaniyên welatiyan di encama bombebaranê de zirar dîtiye. Hat zanîn ku di encama topebarankirina  gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê de zarokê 11 alÎ yê bi navê Hesen El Bekar birîndar bû.

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji baregehên xwe yên li seranserî sînor gundên nêzî sînor topbaran dikin.