Taliban li pêşiya xwendina zarokên keç dibe asteng

Talîbanê hewl dide xwendina zarokên keç ên ji refa 6’an jêrtir asteng bike, diçe dibistanan û gef li xwendekar û mamosteyan dixwe. Midûrê dibistanê N.S. got: “Her roj gef li me bê xwarin jî em ê ji duh bihêztir vegerin ser karê xwe.”

BAHARİN LEHİB

Pençşîr – Li Afganîstana ku Talîbanê careke din xist bin kontrola xwe, her roj li hemû qadên jiyanê zext û zordariya li ser jin û zarokên keç zêde dibe. Talîbana ku li hemû parêzgehên welat xwendina zarokên keç ên ji pola 6’an jordatir qedexe kiribû, li hin bajaran jî li dibistanan dest bi astengkirina qebûlkirina zarokên keç ên ji pola 6’an jerdetir kiriye. Talîbana ku carcaran diçe dibistanan gef xwendekar û mamosteyan dixwe ku neçin dibistanan.

‘Destûr nehat dayîn ku zarokên keç biçin dibistanê’

Li wilayeta Pençşîrê ji bo zanîna rewşa zarokên keç li bajaroka Annaba em çûn dibistana zarokên keç Midûrê dibistana Annaba N.S. wiha got: “Beriya rêveberiya Talîbanê me wane dida zarokên keç ên ji refa 6’an jortir. Dema ku Talîbanê Pençşîr xist bin venêrîna xwe destûr neda ku zarokên keç ên ji refa 6’an jortir biçin dibistanê û gelek mamoste jî bêkar man.”

‘Talîban her roj tê dibistanê û gef dixwe’

N.S. anî ziman ku di 20 salên Talîban ne di rêveberiyê de bû de heya astekê rewşa wan rehettir bûye û wiha axivî: “Jinên ji bajarê me vê firsendê nirxandin û hewl dan fêrî xwendin û nivîsandinê bibin û çûn dibistanan. Lê bi hatina dijminê jinan ê Talîbanê re jiyana jinên Efgan veguherandin cehenemê. Jinan biçûk dixin, heqaretê li wan dikin, bi cezayên girtîgehê re gef li wan vedixwun. Kesên ku weke Talîban tên zanîn her roj tên dibistana me û gef li xwendekar û mamosteyan vedixwun. Dibêjin ‘ger hûn fermanên me pêk neynin emê dibistana we bigirin’. Êdî zarokên di refa 1’an de jî pir ditirsin û bi awayekê li hîcaba xwe haydar bin tên dibistanê.”

‘Em dest jê bernadin’

N.S. anî ziman ku hemu jinên Efgan di wê fikrê de ne ku “şefeqa van şevê tarî jî heye” û wiha got: “Gûmanên min nîn e ku wê roj were ku Talîban derfet nebîne cenazeyên xwe jî bigire. Weke mamoste her roj gef li me bê xwarin jî em ê ji duh bihêztir vegerin ser karê xwe. Em dizanin armanca Talîbanê ew e ku me bixe nav çar dîwaran û êşê bi me bide kişandin, lê em dest jê naqerin, emê bidomînin. Wê tirsa jinan di dawiyê de veguhere têkoşînê.”