Roja 591’emîn: Sûcê mirovahiyê heye
Malbata Şenyaşar di roja 591'emîn a çalakiya xwe de carek din bang li rayedaran kir.
Riha – Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 591’emîn de ye.
Malbata Şenyaşar serê sibehê hatin ber Edliyeya Rihayê û ditîn li bariyerên betonê ku cihê pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” lê dihat daliqandin, erebeya hespan hatiye girêdan. Emîne Şenyaşar hat ber Edliyeyê û dest bi çalakiya nobetê kir.
“Li holê sûcêk mirovahiyê heye”
Malbatê li ser hesabên xwe yên medyayê Wezareta Dadê ya Tirkiye etîket kir û bal kişand ser îstifakirina Wezîrê Çandiniyê û Wekîlê AKP’ê Ahmet Eşref Fakîbaba û ev parvekirin kir: “Nobeta me ya edaletê li ber Edliyeya Rihayê roja 591’emîn de berdewam dike. Li holê sûcêk mirovahiyê heye, yên ku vê sûcê pêkanîne, xwe li pişt hikûmetê veşartine! Ji vê rewşê gelek parlamenter ne rehet in. Heta ku ev zilm bidome dê îstifakirin jî bidome... @adalet_bakanlik.”