Gulistan Seîd: Bi nirxek guncav dabînkirina neftê erkê hikumetê ye
Ji ber buhabûna bihayê neftê ku hikumetê herêmê diyar kiriye wê were dabeşkirin, bû sedemê nerazîbûnan. Seroka Fraksiyona Hikûmeta Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd ragihand ku, hikûmet berpirs e ku petrolê bi nirxekî guncaw dabîn bike.
Navenda Nûçeyan – Li dijî buhabûna nirxên neftê ya li Herema Kurdistanê bertek û nerazîbûn zêde dibin. Seroka Firaksyona Goran ya parelementoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd li ser malpera xwe ya fermî ya dîjîtal diyarkir ku erkê hikumetê ye ku nefta spî li ser malan belav bike.
Gulistan Seîd da zanîn ku serê her bermîlek 100 hezar dînarê Iraqê ye û ev ji bo hewelatiyan giran e. Gulistan Seîd di nivîsa xwe ya li ser medya dîjîtal e wiha got: “Di werza zivistanê de pêwistiya her malbatekê bi zêdeyî 4 birmil nefta spî heye. Ji ber wê ji bo me giring e berpirsyartiya dabinkirina neftê bi nirxek guncaw û li gora dahata malbatan be ev jî erkê hemû dam û dezgahên peywendîdar yên hikumetê ye ku nirxê birmila nefta spî kêm bibe û neftê zêdetir bike û divê di asta vê berpirsyartiyê de bin. Xelk di rewşek gelek xirab ya aborî û giraniyê de ne, divê hikumet alîkariya hemwelatiyan bike ji ber ev erkê hikumetê ye.”