Jinên Ciwan: Bêdengî sûcê mirovahiyê ye

Komîteya çalakiyan a bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk ên bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî li dijî gerîla kon vedan.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di 17`ê Cotmehê de, Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek da û bîlançoya 6 mehan a êrîşên dagirkeriya Tirk û berxwedana gerîla li Zap, Avaşîn û Metînayê yên herêmên federal a Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê li dijî HGP’ê eskere kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava 6 mehan de li qadên berxwedanê 2476 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş bir ser tunel û çeperên şer û sûcê şer kir. Di 18’ Cotmehê de Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameyên 17 şervanên ji hêzên gerîla eşkere kirin ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn. Îro Komîteya çalakiyan a bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk ên bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî ya li dijî gerîla li qada Ethro ya taxa Nasra ya bajarê Hesekê kon vedan.

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên kantona Hesekê bi meşele û bi dirûşma “Bijî berxwedan, bimre îxanet” derbasî bin konê bûn.

“Gerîla xelasiya civaka bindest e “

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Bajarê Hesekê Mîdiya Ebid El-Rehman destnîşan kir ku ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha anî ziman: “Em bi tundî êrîşên li dijî gerîla şermezar dikin. Gerîla hebûna me ye, êrîşên ku li ser wan tên kirin, li ser îradeya gel û hebûna wan e. Ji ber ku gerîla ji bo xelasiya civaka bindest şer dike, mînaka herî mezin jî her kesê dît ku yên civaka Êzidî xelas kirin gerîla ne. Dagirkeriya herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina gerîla yek plan û armanc e. Em xwedî heq in. Riya me riya heqiyê ye lê dewleta Tirk şerê projeya me ya demokratîk dike. Li hember vê pergalê gelek bi hêrs e ji ber ku pergaleke faşîst e ku hewl dide herêmê wêran bike û tevliheviyê belav bike.”

“Civata navneteweyî berpirs û hevkarê kiryarên dewleta tirk e”

Mîdiya Ebid El-Rehman teqez kir ku bêdengiya civata navneteweyî li hemberî bikaranîna çekên qedexekirî hevkariya wan nîşan dide û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê civata navneteweyî dev ji dûrûtiya xwe ya eşkerekirina sûcan û şermezarkirina wê berde û xwe bispêre pîvanên sabît ji bo eşkerekirina sûcdaran û darizandina wan dûrî hevalbendiyên sûcdaran ên siyasî û leşkerî. Em bêdengiya wan sûncek mezin di derheqê mirovahiyê dibînin.”

“Eger bêdengî bidome dê karesetek din wekî Helebçe dubare bibe”

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Hêvî Mihmed da zanîn ku ji bo piştgirya berxwedana gerîla wê li qadan bin û wiha axaftina xwe domand: “Gerîla xwediyê me ne, dem dema azadî û serhildanê ye. Pêwîst e her kes li her çar aliyên kurdistanê rabe ser piyan û li dijî kiryarên qirkirina hebûna gelan bisekine. Em careke din bang li hikumeta Herêma Kurdistanê dikin ku rê nedin dagirkeriya tirk armancên xwe pêk bîne û li dijî êrîşên wê hewlestê xwe nîşan bidin da ku karesatên din wekî Helebçeyê rû nedin.”

Kon dê sibe bi daxuyaniyê bi dawî bibe.