"Li pişt wan dîwaran êş û bêhiqûqî tê jiyîn"
Parlamentera berê ya HDP'ê Gulser Yildirim a ku 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ya der barê wê de hatibû dayîn temamkir û hat berdan, bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan tê jiyîn û got: "Li pişt wan dîwaran êş û bêhiqûqiyên mezin tê jiyîn."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mêrdin – Parlamentera berê ya Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulser Yildirim di 4’ê Mijdara 2016’an de piştî ku bi parlamenterên HDP’ê re parêzbendiya wê hat rakirin hatibû girtin û ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve der barê wê de bi îdiaya "endama rêxistinê ye" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû dayîn. Gulser Yildirim piştî ku cezayê wê bi dawî bû ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê tehliye bû. Gulser Yildirim a ku tevî ku cezaya wê bi dawî bû jî 4 meh di girtîgehê de hat girtin û beriya 2 rojan hat berdan, pirsgirêkên li girtîgehê tê jiyîn û rewşa girtiya nexweş Aysel Tûglûk bi ajansa me re parve kir.
"Min nîvê dilê xwe li pişt wan dîwaran hişt"
Gulser Yildirim a balkişand ku cihê Aysel Tugluk û girtiyên din ên nexweş ne girtîgehê got ku li girtîgehan şert û mercên tecrîdê serwer e. Gulser Yildirim a ku ji bo hevalên xwe yên li pişt çar dîwaran got "Min nîvê dilê xwe li pişt wan dîwaran hişt", diyar kir ku berdana wê ji wê re hesta azadiyê nedaye û diyar kir ku dema girtiyên din bên berdan ev azadî dê cihê xwe bibîne. Gulser Yildirim berdana xwe bi bi vê hevokê bilêv kir, “Mirov dema hevalên wê girtibin nikare bêje ez azad im.”
“Li girtîgehan şert û mercên tecrîdê serwer e”
Gulser Yildirim a ku di 4'ê Mijdara 2016'an de li gel hejmarek zêde ya bi parlamenterên HDP'ê re hat girtin, diyar kir ku deriyên girtîgeha Tîpa F ya ku vê demê nû hat çêkirin cara ewil ji jinan re hat vekirin. Gulser Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Deriyê Tîpa F pêşî li jinan hat vekirin. Em li girtîgehê bi 3 hevalên jin re bi hev re diman. Ger behsa şert û mercên girtîgehê bê kirin, bi temamî pêkanînên tecrîdê dihat meşandin. Niha di vê girtîgehê de gelek siyasetmedarên jin ên hatine hilbijartin cih digre. Girtiyên nexweş li aliyekî, zarokên ku bi dayikên xwe re li girtîgehê dimînin li aliyekî. Li girtîgehan hem jin, hem girtiyên nexweş û hem jî zarok mexdûriyetên pir cidî dijîn. Li ser girtiyan pêvajoyeke bêhiqûq tê meşandin.”
"Şert û mercên girtîgehê nexweşiya Aysel Tugluk girantir dike"
Gulser Yildirim der barê girtiya nexweş Aysel Tugluk a ku di heman girtîgehê de dima axivî û diyar kir ku Fîgen Yuksekdeg û Aysel Tugluk di heman qawîşê de dimînin. Gulser Yildirim anî ziman ku şert û mercên girtîgehê nexweşiya Aysel Tûglûk hin zêdetir girantir dike û wiha got: “Dema ku ez qala Aysel Tugluk dikim dilê min bi rastî nikare vê yekê rabike. Cihê Heval Aysel ne ew girtîgeh û şert û mercên tecrîdê ne. Li ser Heval Aysel muameleyek pir keyfî tê pêkanîn. Nexweşiya wê hemû bijîşkan teşhîs kir. Dermanek nexweşiya demansê tune ye, tenê moral û şert û mercên baş hewce ne. Pêwîste xwezayê bibîne û di nava moralê de bijî, lê ji ber şert û mercên girtîgehê nexweşiya wê girantir dibe. Li vir ez bang li hemû xwedî wijdan dikim; divê ji bo berdana Aysel Tugluk xebatek pir cidî bê meşandin. Dema ez behsa hevalên xwe dikim peyv di qirika min de asê dibin. Bi rastî jî cihê hevala me Aysel ne ev der e. Divê hevala me Aysel bê berdan û li malê bi awayekî hin tendurist bê dermankirin.”
“Cihê girtiyên nexweş ne girtîgehê”
Gulser Yildirim, bang kir ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û wiha axivî: “Li girtîgehê gelek hevalên me yên girtî nexweş in an jî di şert û mercên gelekî giran de dijîn. Li girtîgehan gelek girtiyên siyasî yên nexweş hene. Me bihîst ku ji bo girtiyên nexweş kampanya jî hatine destpêkirin. Ez hêvîdarim ku ev kampanya dê bi azadiya girtiyên nexweş û piştre jî hemû girtiyên siyasî re encam bibe."
“Dayikeke Efrînî û zaroka wê ya 3 salî jî di girtîgehê de bû”
Gulser Yildirim diyar kir ku li girtîgehê di heman odeyê de dayikek ji Efrînê û zaroka wê ya 3 salî diman û wiha got: “Ji vê malbatê mem dayik, hem jî bavê girtî bû. Ev zarok 13 mehî bû dema ket girtîgehê, di demek nêz de dê bibe çar sali. Pêwîste ev zarok ne di nav çar dîwaran de, li derve bi azadî bijî. Divê tu wijdan vê yekê qebûl neke. Cihê hemû zarokên ku di girtîgehê de bi dayikên xwe re tên girtin, derve ye. Qadên ku dê zarok lê bilîzin park in, ne girtîgeh in."
“Ji bo azadî û aştiyê dê têkoşîna me bidome”
Gulser Yildirim, destnîşan kir ku ji ber siyaseta demokratîk kirine hatine girtin û gelek siyasetmedar hê jî di girtîgehê de ne û diyar kir ku ji bo hemû girtiyên siyasî bigîhijin azadiya dê têkoşîna xwe bidomînin. Guler Yildirim bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Mirov piştî şahidîbûna van êşan, nikare bi berdana xwe kêfxweş bibe. Li pişt wan dîwaran hejmarek zêde êş û bêhiqûqî tê jiyîn. Ez hêvî dikim ku di demeke herî nêz de ev pirsgirêk jî û şert û mercên tecrîdê jî bên sererast kirin û hemû hevalên me yên girtî bên berdan. Vê demê em ê kêfxweş bibin. Bila deriyên girtîgehan bi taybetî ji girtiyên nexweş re, ji hemû girtiyên siyasî re bên vekirin. Ji bo azadiya wan çi ji destê me bê em ê bikin. Têkoşîna me dê her tim bidome.”