Roja 402’emîn a nobeta edaletê: Yên vê bêhiqûqiyê dikin, dê rojek bên darizandin

Malbata Şenyaşar a nobeta xwe ya edaletê berdewam dike got ‘Yên ku vê bêhiqûqiyê dikin wê rojek bên darizandin’.

Riha – Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta ‘edaletê’ ya malbata Şenyaşar di roja 402’yan de berdewam dike.

Çalakiya malbatê îro di roja 402’yan de berdewam kir. Ferît Şenyaşar, ji ber ku çûbû serdana birayê xwe Fadil Şenyaşar ku li Girtîgeha Xarpetê tê ragirtin, di çalakiya îro de birayê wî Mehmet Şenyaşar li gel dayika xwe Emîne Şenyaşar çalakiya Nobeta Edaletê domand. 

Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir.

"Dê rojekê ewê bên darizandina "

Malbatê li ser hesaba xwe ya medya mecazî vê pêyamê parvekir: “Dinya, medyaya civakî ji bo zewqê bi kar tîne. Lê em ji bo ku ji mirov û rayedaran ‘heq, hiqûq, edaletê’ bixwazin bi kar tînin. Bêguman dê kesên vê bêhiqûqiyê dikin rojekê bên darizandin.”