Dayikên Aştiyê yên Herêma Efrînê li hemberî dîwarê şermê daxuyanî dan
Dayikên Aştiyê yên Herêma Efrînê li hemberî lêkirina dîwar nerazîbûn nîşandan û gotin: “Em li hemberî dîwarê şermê yê di navbera her du aliyên Kurdistanê de tê lêkirin bêdeng nabin.”
Şehba - Dayikên Aştiyê yên Herêma Efrînê li dijî lêkirina "Dîwarên şermê" ya di navbera Şengal û Rojava de şermezar bike li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê ya li gundê Til Qirah a navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyên Endama Komîteya Perwedê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrîn Hêvî Silêman ve hat xwendin.
Hêvî Silêman da zanîn ku ewê li hemberî lêkirina dîwar bêdeng nemînin û wiha domand: "Bi Navê Dayikên Aştiyê yên Herêma Efrînê, em siyaseta PDK'ê ya ku nûnertiya wê malbata Barzanî dike bi tundî şermezar dikin. A ku bi fermana dewleta tirk a dagirker li Kurdistanê dewleta ku dijmantiya gelê me dike, her wiha êrşan li dijî tevgera azadiyê û şervanên me li her derê pêktîne. Êrişê li Şengal, Mexmûrê, Bakur û Rojhilatî Sûriyê dike. Dîwarê şermê, di navbera her du aliyên Kurdistanê de lêdike. Siyaseta qirkirinê dimeşînê. Pilanên dewleta tirk a dagirker de, bi wê yekê jî tenê bes nake, rayedarên hikumeta başûrê Kurdistanê vedixwîn Enqerê da ku îtîfaqa bi dizî mohr bike û bazarê li ser deskeftiyên Kurdan bikin. Ji ber ku hikûmeta başûrê Kurdistanê nikare bibe xwedî biriyar di derbarê çarenûsa xwe de. Hîn jî dizî û talanê dike di derheqê karmendên ku zêdetirî du salane fonên wan nedanê, lê resmalê malbata Barzanî di panqeyên Ewropa û Emerîka de ne, ji bo temînkirina pêşeroja malbata wan. Em weke Dayikên Aştiyê bi tundî siyaseta hikûmeta başûrê Kurdistanê şermezar dikin, siyaseta dorpêçê û lêkirina dîwarê şermê yê ku di derbarê biran de nayê girtin li her du aliyên sînor ku dijminê dagirker daniye. Bangawaziya me ji gelê me re heye ku serîhilde li dijî siyaseta dijmantiyê da ku dijminê dagirker û qirker têk bibin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bimrê xiyanet", "Na ji dagirkeriyê re", "Na ji lêkirina dîwarê şermê re" û "Bijî yekîtî û berxwedaniya gelê me" bi dawî bû.