Nobeta edaletê di roja 404’an de ye
Di roja 404’an a nobeta edaletê de malbatê got “Rayedarekî bi wijdan ji Xwedê ditirse nîne ku ji zilma bi rêya darazê berdewam dike re bêje bes e?”
Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku li ber edliya Rihayê dan destpêkirin di roja 404’an de ye. Ji ber ku dawiya heftê ye û edliye girtî ye, malbatê îro çalakiya xwe ya edaletê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.
“Qêrîna edaletê ya dayîkê olan dide”
Malbata Şenyaşar a di encama êrişên xizm û parêzvanên wekîlê AKP’yî de sê endamên ji malbatê wenda kir li ser hesabê xwe ya medya mecazî de Wezareta Dadê, Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erogan û Waliyê Rihayê Abdullah Erîn Etîket kir û di pêyama xwe de wiha nivîsî: “Rayedarekî bi wijdan ji Xwedê ditirse nîne ku ji zilma bi rêya darazê berdewam dike re bêje bes e? Qêrîna edaletê ya dayikê her roj li hemû kolanên Rihayê olan dide.”