Hûsiyan qedexeyên nû li ser jinan ferz kirin

Hûsiyan qedexeyên nû li ser jinên ku dixwazin seferê bikin ferz kirin ku jin êdî nikarin bêyî destûra fermî ya niviskî seferê bikin.

Yemen – Hûsiyan qedexeyên nû li ser jinên ku dixwazin seferê bikin ferz kirin ku jin êdî nikarin bêyî destûra fermî ku belgeyek niviskî bi erêkirina malbatê seferê bikin. Malperên tora civakî û çalakvanên mafên mirovan modelek ji forma destûrê ya ku ji malbata jinekê ku dixwaze seferê bike, belav kirin.

Derbarê vê biryarê de Seroka Weqfa Parastina Mafên Mirovan Huda El-Sirarî wiha got: "Hûsî her dem dixwazin jinan kêm bikin û wan ji hemû mafên wan bê par bihêlin. Ev berdewamiya nêzîkatiyên çewisîner ên ferzkirina sînoran a li ser jinan e."

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Yemen ji bo jinan yek ji welatên herî xirab e.