Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê sewqî girtîgehên din hatin kirin

Şandeya Şopandina Girtîgehên Herêma Marmarayê, der barê 10 girtiyên ku li Girtîgeha Sîlîvriyê di encama îşkenceyê de neçar mabûn întihar bikin de daxuyanî da.

Stenbol - Şandeya Şopandina Girtîgehên Herêma Marmarayê, derbarê li ser serdana Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê gardiyanan di 6’ê Nîsanê de bi ser qawîşa girtiyên edlî tê de bûn girtibûn ew îşkence û neçarî întiharê kiribûn de li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.

Di civîna çapemeniyê ya ku Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Stenbolê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfaza Ceza de (CÎSST) nûnerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û gelek saziyên sivîl û parêzer a lê amade bûn de hat parvekirin ku 10 girtiyên ku hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin. Di encama hevdîtinan de hîn bûne ku girtî sewqî Girtîgehên Tîpên T ên Karabuk, Akhîsar, Bolû, Duzce, Manîsa, Salîhlî Manîsa, Tavşanli Kutahya û Girtîgehên Tîpên T yên hejmarên 1’an û 2’yan ên Îzmîrê hatine kirin. 

"Tê ditîn îdia tên piştrastkirin"

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku derbarê mirina Ferhan Yilmaz de pêvajo hatiye destpêkirin û wiha hat gotin, "Di vê pêvajoyê de heyetên Navenda Mafên Mirovan a Baroya Stenbolê û Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê hewl dan bi girtiyan û rêveberiyê re hevdîtinê kirine û çavdêriya xwe bi raya giştî re parve kirin. Di van daxuyaniyan de; Hat dîtin ku gelek ji girtiyên ku di bûyerê de navê wan derbas dibe sewqî girtîgehên din hatine kirin û girtiyên ku bi wan re hevdîtin hatiye kirin, îdiayên îşkence û tevşîkkirina întîharê piştrast kirine.”

Di daxuyaniya ku hat ragihandin ku heyet di 14'ê Nîsanê de çûye Saziya Cezayê ya Hejmara 5'an a Sîlîvriyê û xwestiye bi 10 girtî û rêveberiyên girtîgehê yên ku di bûyerê de navê wan derbas dibe re hevdîtinê bikin de ev îfade cih girtin:

"Tevî agahiyên ji raya giştî, qeydên deng, wêne, îfadeyên xizmên girtiyan û raporên heyetan û daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya ku der barê lêpirsînê de hatiye destpêkirin jî, heta niha ji erkdarên ku di bûyerê de cih girtine ji kar nehatine derxistin, rayedarên fermî derbarê bûyerê de ravekirineke têrker nedan û tenê îdîa red kirin, 10 girtiyên ku navê wan di bûyerê de derbas dibe bi lez û bez sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin, rêveberiya girtîgehê bersiva neyînî da daxwaza me ya hevdîtinê; feraseta ku hewl tê dayîn serê bûyerê bê veşartin çêkir. Hate hînbûn ku girtiyên sewqî dadgehê hatine kirin ji malbatên xwe re gotine 'Em li vir jî di bin xeteriyê de ne, êdî hin zêdetir daxuyaniyên çapemeniyê nedin'. Her wiha agahiya ku girtiyên li ser şert û mercên girtîgehê dayî, fikarên me yên rakêşana ji ber şert û mercên înfazê yên li girtîgehê her ku diçe zêde bibe.

Di encamê da; Em bi eşkere bang li rayedaran dikin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîneke bi bandor bimeşînin, gardiyanên girtîgehê û rêveberiya girtîgehê yên ku di bûyerê de cih girtine bên sekinandin, berpirsyar bên tespîtkirin û cezakirin, pêvajo zelal be meşandin û di her keliyê de raya giştî bê agahdarkirin, girtîgehan ji çavdêrî û kontrolkirina komîteyên sivîl ên sivîl re bê vekirin û em radigihînin ku heyeta me dê bide şopdarê bûyerê.”