Rejîma Îranê qutkirina bernameyên înternet û ragihandinê zêde kir

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê Instagram, WhatsAp û gelek sepanên din tên astengkirin û qutbûna înternetê zêdetir dibe.

Navenda Nûçeyan – Rejîma Îranê ev 2 roj in ji ber xwepêşandanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê pêşketin û li zêdetirî sed bajaran didome, qutkirina înternetê xist meriyetê.

Hat ragihandin ku Komara Îslamî ya Îranê ji duh ve gelek caran gelek bername û malperên ragihandinê yên wekî Instagram û WhatsApê asteng kiriye û heta niha jî qutbûna înternetê didome.

Hat ragihandin ku bi talîmata Civata Bilind a Ewlekariya Îranê re ji şeva borî ve bernameyên Instagram û WhatsAppê hatine astengkirin.