Çalakiyên li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin

Piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ve çalakiyên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin veguherîn serhildanê. Hêrsa ku bi salan e li dijî rêveberiya Komara Îslamî ya Îranê kom bûye, bi çalakiyan li kolanan belav bû.

Navenda Nûçeyan – Çalakiyên ku piştî jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li Tahrana paytexta Îranê ji aliyê polîsên exlaq ve hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin, li Îran û parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, didomin. Li welat bi sedan birîndar hene. Hê gelek kesên ku hejmara wan nayê diyarkirin, hatin binçavkirin û girtin.

Bersiva hêzên rejîma Îranê ji bo çalakgeran tenê girtin nîn e, li dijî çalakgeran qetlîam jî tê kirin. Di çalakiyên çend rojan de 8 kes hatin qetilkirin.

Li hemû bajaran çalakî hene

Şeva borî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li bajarên Seqiz, Pawe, Mehabad, Serdeşt, Dehgolan, Sinê, Nakde, Bukan, Pîranşar, Şino, Kirmaşan, Îlam, Dehlran, Bane, Qorwe, Urmiye, Îvangarb, xwepêşandanên berfireh hatin lidarxistin. Her wiha di çalakiyên li Tahran, Meşhed, Tebrîz, Xorasana Bakur, Nûşehr, Ehwaz, Nişabûr, Qoçan, Bocnor, Zahedan, Babolsar, Amol, Reşt, Kerec, Îslamşar, Mazenderan, Kerman,SKish, Qoçhan û Şîrazê hatin lidarxistin de, hêrsa li dijî rejîma Îranê bi dirûşm û daxuyaniyan hat nîşandan. Di çalakiyê de dirûşmên “Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan”, “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Înternet hat astengkirin

Sîstema înternetê ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat girankirin, li hinek cihan hat qutkirin. Dema ku di di medyayê bal hat kişandin ser astengkirinan, çalakger û aktîvîstan parvekirina “bibin dengê me” kirin û xwestin ku deng û çalakiya wan bê bihîstin. Instagram jî li welat hat sînordarkirin û astengkirin.