RAWA: Ji dojeha bi navê Afganistanê, ji gelê serhildêr ê Îranê re...

Komeleya Jinên Şoreşger ên Afganistanê (RAWA) der barê qetilkirina Jîna Emînî ji hemû jinan re banga têkoşîna hevpar kir.

Navenda Nûçeyan – Piştî bi îşkenceyê qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaqê” yên Îranê ve, bertekên jinan û rêxistinên jinan li hemû welatên Rojhilata Navîn û cîhanê berdewam in.

Komeleya Jinên Şoreşger ên Afganistanê (RAWA) der barê qetilkirina Jîna Emînî de ji bo jinan peyama piştevaniyê parve kir. Di peyama RAWA’yê ya li ser medyayê hatiye parvekirin de wiha hat gotin: “Li dijî dijminê mezin radîkalîzmê, li dijî hêzên komploger û parastvanên sûcdaran, divê têkoşîna jinan hevpar bê.”

“Êşa we êşa me ye”

Rawa’yê di daxuyaniya xwe de bal lê kişand ku divê jin bi yekbûyî têbikoşîn û wiha got: “Dema ku rûtbeya hêmayên şer û bazirganan hatin jêkirin, mirov dikare bibêje lehengiya jinan dê berhemdar be. Em piştevaniya xwe ya bi Tevgera Azadiyê ya Îranê re radigihînin û dibêjin ku baweriya me ya bi serhildêriya gel û bi taybet jî ya jinên îranî di asta herî jor de ye ku dê vê rejîma xwînmij û dilbikîn a ‘Velayat Faqih’ têk bibin û biavêjin sergoyê. Ji dojeha bi navê Afganistanê em silavên xwe yên bêdawî ji gelê serhildêr ê Îranê re dişînin. Êşa we, êşa me ye.”