RAJÊ girtina Kompanya Gizingî Berbeyanî û saziyên jinan şermezar kir
RAJÊ bi daxuyaniyeke nivîskî biryara derhiqûqî ya girtina Kompanya Gizingî Berbeyanî û saziyên jinan şermezar kir û bang li hemû jinan bi taybetî sazî û dezgehên ragihandinên jin kir ku xwedî li deng û heqîqeta xwe derkevin.
Şengal - Ragihandina Jiên Êzidî (RAJÊ) têkildarî biryara derqanûnî ya li dijî Kompanya Gizingî Berbeyanî ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger ya pêşxistina hunerî û Rêxistina Merziye daxuyaniyek nivîskî weşand û piştgiriya xwe ji bo sazî û dezgehên jinan ragihand.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ev biryara derhiqûqî demildest were betalkirin û bang li hemû jinan bi taybetî sazî û dezgehên ragihandinên jin hat kirin ku xwedî li deng û heqîqeta xwe derkevin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
“Di roja dawî ya sala 2024’an de asayîşa Silêmaniyê bêyî nîşandayîna biryareke hiqûqî bi ser navendên Kompanya Gizingî Berbeyanî ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger ya pêşxistina hunerî û Rêxistina Merziye de girt û her çar sazî û rêxistinên ku bi kar û xebatên xwe dibûn deng û rengê jinan, bi darê zorê girt.
Em wek ragihandina jin a Şengalê êrîş û girtina sazî û dezgehên ku ji bo jinan kar û xebat didin meşandin bi taybetî Kompanya Gizingî Berbeyanî bi tundî şermezar dikin û heta dawiyê piştgirî didin têkoşîna sazî û rêxistinên ku dibin dengê hemû jinan.
Girtina her çar saziyên jinan bi taybetî produksiyona JIN TV ku ev 7 sal in ji bo bibe dengê jinên Başûr û hemû Iraqê, nîşaneya tirsa desthilatdarî ya ji hêza jinan e. Di her serdemê de hêzên desthilatdar ji bo avakirina tirs, ji bo çewisandin û teslîmgirtina civakê her tim destpêkê jin û heqîqetê kirine hedef. Ji ber di her serdemê de hêza ku bûye dengê civak, heqîqet û bi têkoşîna xwe textên desthildariyan hejandiye, jin e.
Bi taybetî serdama ku em niha têde ne û wek sedsala jin tê binavkirin, jin bi têkoşîn, berxwedan û şerê xwe yê li dijî artêşa çeteyan ên navneteweyî, ji hemû jin û civakên bindest re bûn hêvî. Ji bo teyîsandina vê heqîqetê, ragihandina azad û bi taybetî jinên ku di ragihandinê de cihê xwe digirin, rola sereke lîstin.
Biryar encama lihevkirineke qirêj e
Ji aliyê din ve hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku ji bo mafê jinan tu gavên şênber neavêtine, di sala 2024’an de bi derxistina qanûn û biryarên li dijî jinan êrîşên xwe gihandin asta herî jor. Di sala 2024’an de ji bo jinên iraqî û başûrî bû sala herî xurt a têkoşînê. Bi taybetî têkoşîna li dijî Qanûna rewşa şexsî ku rê li ber zewaca zarokên keç ên 9 salî vedike bû dengê bertekên li dijî vê ya. Ji ber vê sedemê rojnamegerên jin jî di nav de gelek jin ji ber berjewendiyên siyasî û polîtîk ên desthilatdariyan bûn hedef û hatin qetilkirin. Biryara girtina Şîrketa Gizingî Berbeyanî jî encama van siyaset û polîtîkayên qirêj ên desthilatdariyê ye. Em baş dizanin ku biryara girtina sazî û rêxistina jinan ne tişteke ji rêzê ye, qaşo encama peymana ewlehiyê ye ku di navber Bexda-Hewlêr û Enqereyê de hatibû îmzekirin.
Banga xwedîderketinê
Li ser vê esasî wek ragihandina azad a jinên êzidî em ê li ser şopa Gurbetellî, Nagîhan, Nûjiyan, Gulistan, Hêro û Cîhanan her li dû heqîqetê bin, her bibin dengê jin û civakê û her derê kiryarên zihniyeta qirêj teşhîr bikin.
Dubare em biryara girtina sazî û rêxistinên jinan bi tundî şermezar dikin û divê demildest ev biryara derqanûnî were betelkirin. Careke din em bang li hemû jinan bi taybetî sazî û dezgehên ragihandinên jin dikin ku xwedî li deng û heqîqeta xwe derkevin.”