Qetilkirina Muharrem ê 16 salî xist rojeva meclisê
Parlamnetera HDP'ê Ayşe Surucu, qetilkirina Muharrem Aksem li cihê perwerda polîsan bir rojeva meclisê.
Enqere - Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, ji bo ku kuştina Muharrem Aksem ê 16 salî ku li qada perwerdê ya polîsan hat qetilkirin bê lêkolînkirin pêşnûme pirs da meclisê.
Di pêşnûmeyê de hat gotin ku li Taxa Mîcît a girêdayî Naveçya Eyûbiye ya Rihayê bedena Muharrem Aksem ê 16 salî li cihê ku polîsan perwerde didît hatiye gulebarankirin û qetilkirin. Naveroka pêşnûmeyê wiha ye: "Veşartina belgeya otopsiyê ji malbatê gûmanan bi xwe re tîne. Parêzerê malbatê jî dibêje ku rapora ewil a otopsyê nehatiye amadekirin û nedane wan. Lê hatibû diyarkirin ku hin parçeyên bedena Muharrem jê qetiyane û di bedena wî de gelek cismên ku nayê zanîn gule an jî şarpneli in hene. Rayagiştî ya Rihayê dikeve gûmana ku dibe ev cînayet jî wekî bûyerên kiryar nediyar bê nîşandan."