Li Efrînê çeteyan dibistanekê gulebaran kir: 10 zarok birîndar in

Li Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve di sala 2018’an de hat dagirkirin çeteyan dibistana li gûndê Mîrkanê ya navçeya Mabata gulebaran kir, di encama gulebaranê de 10 zarok birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Hat payîn ku çeteyên El-Hemzat yên girêdayî artêşa Tirk gule berdan dibisitanekê li gûndê Mîrkan a navçeya Mabata ya girêdayî Efrînê. Hat zanîn ku di encama êrişê de 10 zarok birîndar bûne û rewşa yek ji wan jî giran e.

Navê birîndaran ên tê zanîn wiha ye: Sulav Cafer, Zelux Silêman, Enfal Rustem, Omer Xezal, Wesîm Selah, Ebdullah Sinîx, Meryem Mihemed Qasim, Mihemed Silêman Hemdîn.

Li gor agahiyan tê payîn ku rewşa zaroka bi navê Meryem Mihemed Qasim ne baş e û wê rakirine nexweşxaneya Tirkiyê.