Lîna li Silêmaniyê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da

Berî çar rojan jina ciwan Lîna Kawan Hisên li bajarê Silêmanî bi guman jiyana xwe ji dest da, hîna di derbarê bûyerê de ti agahî nehatine bidestxistin.

Navenda Nuçeyan-  Jina ciwan Lîna Kawan Hisên li bajarê Silêmaniyê berî çar rojan ji qata 10’emîn a avahiyê bi guman ket û jiyana xwe ji dest da. Ekîbên peyîwendîdar ên çun cihê bûyerê ti agahî de derbarê bûyerê de par nekirin.

Dê jinên şahidê bûyerê ku yek ji wan kesûkarê jina ciwane ku nexwestin navê xwe bidin bi vî awayî behsa buyerê kirin: “Dayik û bavê wê ji hev cûda bûn û bi xwe jî li gel hevjinê xwe pirsgirêk hebûn dijiya. Pirgirêkên dayîk û bavê wê jî bandor li ser wê kir. Beriya xwe bavêje li gel dayika xwe axivî û got ‘ezê xwe bi kujim’, dayika wê guh neda yê hevjinê wê li destşo bû heta hat li ser balkonê xwe avêt xwarê. Mala bavê wê û hevjînê wê dibêjin bi xwe xwe avêtiye.”

Şahedek din jî bi vî awayî behsa bûyerê kir: “Pirsgirêkên malbatî yên dayik û bavê wê hebûn. Di heman demê de bavê wê jinek din tîne. Ji ber wê jî deruniya wê têk diçe û gelek jê bandor dibe ji hevjînê xwe re gotiye ‘divê ez divê jiyanê de nemînin.’ Piştî ji mala bavê hevjînê xwe diçe mala xwe zaroka xwe ya 8 mehî maç dike û weke ku xatir bixwaze hinek tiştan dibêje. Hevjînê wê dibêje; ‘erê tu çi dibêjî?’ Amojgarî dike ku tiştên wisa neke û piştre diçe jorê razanê ku têde balkona wê heye û hevjinê wê jî li jora mêhvanan li gel zaroka xwe ye, nizane wê xwe bi avêje piştî demekê pê di hese û gazî polîsan dike. Polîs raporekê piştî lêkolînan derdixe ku jina ciwan bi xwe xwe avêtiye û heta niha ev dosya bi vî awayî ye polîsan weke xwekujî bi nav kiriye.”