Têkoşîna edaletê di roja 385’an de ne
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar têkoşîna edaletê di roja 385’an de dewam dikin.
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dayî destpêkirin, di roja xwe ya 385’an de dewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyê nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne, Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku heta edalet bi cîh bê ewê çalakiya li ber deriyê Edliyê dewam bikin.
Têkildarî mijarê malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Di sir û seqema zivistanê de jî me dev ji daxwaza xwe ya edaletê berneda. Vaye havîneke din jî hat. Daxwazên me yên însanî û hiqûqî bi paş de nexin! Li edaletê tê gerîn!”