‘Qetilkirina jinan êrîşek li dijî azadiya jinan e’

Endama Rêveberiya Mala Jin a bajarê Hesekê Nûra Mûsa, da zanîn ku qetilkirina jinan êrîşekî li dijî azadiya jinan e û wiha got: “Divê em li dijî hişmendiya zayendperest asta têkoşîna xwe bilind bikin û zanista jinan bi pêş bixin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Piştî îlankirina şoreşa 19’ê Tirmehê ango şoreşa jinan re li dijî jinan êrişên pir alî jî destpê kirin. Jinên ku bi têkoşîna xwe pêşengiya şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an kirin, bi qasî ku li hemberî êrişên dagirkeriya axa xwe têkoşînê didin, li dijî tundî û qetilkirina jinan a mîna ferasetek dijberî şoreşê xwe dide der jî têkoşînê mezin dimeşînin.  Jinên ku li dijî feresate dijber a mêr jinê qebûl nake têdikoşîn, di nava şoreşê de şoreş pêktînin. Endama Rêveberiya Mala Jin a bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûra Mûsa, der barê êriş û qetilkirinên jinan û têkoşîna jinan a li hemberî van êrişan de ji ajansa re axivî.

‘Jin bingeha pêşxistina civakê ne’

Nûra Mûsa, da zanîn ku têkoşîn û berxwedana jinan ne tenê li ser asta Rojava sînordar ma, bi têkoşîna navneteweyî re jî bû yek û wiha got: “Em di zanin ku Şoreşa Rojava Şoreşa jinan e, ger jin azad nebin civak jî azad nabe. Jin bingeha pêşxistina civakê ne. Têkoşîn û berxwedana jinan ne tenê li ser asta Rojava sînordar ma, bi têkoşîna navneteweyî re jî bû yek. Di şoreşa Rojava de jin bûn pêşeng, leşker, siyasetmedar, fermandar, rêveber, mamoste, zanyar û têkoşer. Bi vê yekê jin di Rojava de bûn mînaka hêz, bawerî û îrade ji tevahî jinên cîhanê re.”

‘Armanca hedefgirtina jinan yek e’

Nûra Mûsa, destnîşan kir ku jinan bi têkoşîna xwe re yekitiya jinan li tevahî cîhanê dan avakirin û wiha got: “Ji ber ku jin Rojava bingeha avakirin û pêşxistina pergala neteweya demokratîk ku xwe dispêre azadiya jinan e, di du aliyan tên hedefgirtin. Di aliyê de jinên pêşeng, rêveber û zana ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedef girtin. Lê têkoşîn û berxwedana jinan encamek baş ava kir. Jin li seranserê cîhanê di bin dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de yekitiya xwe ava dikin û li hemberî hişmendiya baviksalarî têdikoşin.”

‘Jinên ku kevneşopiyên civakê yên tên ferzkirin qebûl nakin, tên qetilkirin’

Nûra Mûsa, diyar kir ku pirsgirêkên civakî bingeha xwe ji perwerdekirina li ser hişmendiya şaş digre û wiha axivî: “Di aliyekî din de jî di nava civakê de bi hincetên cur be cur jin tên hedefgirtin û qetilkirin. Civaka ku li ser pergala netewe dewletê hatiye perwerdekirin û tenê yek zayend esas digre û jinan weke zayendek lawaz daye naskirin. Dewletê bi hişmendiya baviksalar civakê kiriye koleyê berjewendiyên xwe. Jinan jî kiriye koleyên mêr. Gelek bend, zagon derxistine û hincetan nîşan dide. Lewma jin di civaka baviksalar de her dem rastî hemû cureyên tundî, îşkence, lêdan, zewaca di temenê biçûk de û qetilkirinê tên. Jinên ku kevneşopiyên civakê yên dane ferzkirin qebûl nakin, tên qetilkirin.”

Nûra Mûsa, destnîşan kir ku jinên ku hewil didin di civakê de hebûna xwe biparêzin û civaka xwe bi pêş bixin, rastî qetilkirinê tên û wiha got: “Ger em li ser pirsgirêkan lêkolîn bikin em ê bizanibin sedema pirsgirêkan bê perwerdeyî ye. Hemû pirsgirêkên di nava civaka me de ji ber bêperwerde û hişmendiya baviksalarî ya bi hezaran salan civak li ser wê hatiye birêvebirin e. Ji bo ku em bikaribin rê li ber ewqas pirsgirêkan bigrin, pêwîstî bi guhertina hişmendiyê heye. Divê em zanista jinan bidin nasîn û civaka xwe li ser vê zanistê bi pêş bixin. Ger ev gav pêk were, civak ji perçekirin û hilweşandinê dê bê parastin.”

‘Êrîşên li dijî jinan didome’

Nûra Mûsa, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku qetilkirina jinan xeteriyek mezin li ser civakê çêdike û wiha got: “Ji bo em civaka xwe biparêzin, pêwistî bi tekoşîn, berxwedan û şerê zihnî heye. Ji ber ku qetilkirina jinan, qetilkirina zanista wan e. Em vê yekê dikarin bi navê şerê li dijî zanista jinan pênase bikin. Ji destpêka sala 2024’an ve heta niha 4 jin tenê li Hesekê, Dirbêsiyê û gundewarên Til Temir hatine qetilkirin. Em weke rêxistinên jinan, mala jin, dezgehên jinan û hemû jinên cîhanê pêwîst e li dijî hişmendiya zayendperest asta têkoşînê bilind bikin û zanista jinan bi pêş bixin ku em bikaribin jiyana azad bi civaka azad re bijîn.”