Projeya Nûjiyan li dijî krîza aborî hemû jinan hembêz dike

Rêvebera Ofîsa Jin a Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê Jîn Bekir li ser pêşxistina aboriya jin û projeya ku bi nave Nujiyan hatiye avakirin axivî û got: “Jinên ku rewşa aborî û ewlehiyê de zehmetiyan dikşînin, dikarin berê xwe bidin Nûjiyanê.”

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Ofîsa Jin a Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi projeyên ku bi pêş dixin, hewl didin dawî li bêkariya jinan bînin, ji aliyekî din ve bi perwerdeyê zarokên şehîdan zana dikin û çandiniyê bi pêş dixin. Projeyên ku Ofîsa jin li Kantona Qamişlo û Hesekê pêş xistine ev in: Xwaringeha Çarçêla ya li Dêrikê, Xwaringeha Lîlît a li Qamişloyê, Navenda Ada ya fêrbûna zimanan û kompîtorê li Qamişlo, firina şêraniyê li Tirbespiyê, 7 hembêzgeh û 3 baxçeyên zarokan, cihê şûştina xalîçeyan, şitilgehek li navçeya Dirbêsiyê hatiye avakirin. Her wiha 10 park jî hatine vekirin. Li gorî projeyên Ofîsa Jin a sala 2022'an, projeya "Nûjiyan" jî heye. Têkildarî projeya "Nûjiyan" û armancên wê Rêvebera Ofîsa Jin a Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê Jîn Bekir axivî.

‘Li  heremê gelek proje hatin avakirin’

Jîn Bekir got ku li gorî pêvajoya ku herêm di warê aborî de tê re derbas dibe proje tên pêşxistin û wiha domand: "Li welatê ku şer lê diqewime, bêguman ambargo jî heye û krîza aborî rû dide, li herêmên me jî wiha ye. Ev krîz di civakê de zehmetiyên jiyanê ava dike û ji jinan re dibe bargiraniyek. Jinên ku nikarin di sazî û dezgehan de cih bigrin, li gorî rewşa wan û pêvajoya herêma me, em projeyan bi pêş dixin. Bi taybetî li Herêma Cizîrê gelek proje hatin avakirin û bi dehan jin ji wan sûdê digrin. Jin di her warî de dixwazin huner û zanista xwe bidin nîşandan. Ji lewre di warê çandinî, bazirganî, firehkirina asoyan û hînbûna zimanan û teknîkê de, gelek proje hatin pêşxistin û bi dehan jin jî jê sûdê digrin. Jin bi cihgirtina di van projeyan de û rola xwe de, dikaribûn xatir ji bêkariyê bixwazin û bixêrhatina xebatên nû, gavên nû ku dikeve xizmeta wan û civakê bikin. Jinan bi xebatên xwe reng dan qadên ku lê dixebitin."

Projeya Nûjiyan

Jîn Bekir bal kişand ser pirsgirêkên ku jin ji ber krîza aborî dijîn û wiha behsa çareseriyên wan kir: "Yek ji zehmetiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin, kirêkirin û dîtina malan e. Lê belê, hem dîtina cih hem jî parastina ewlehiya wan dibe pirsgirêk. Cihekî wisa ji jinan re pêwîst e ku piştî kar bikaribin lê bijîn û ya girîng ew e ku ewlehiya wan hebe. Ev bi jinan re wê baweriyê bi pêş bixe û di aliyê derûnî de jî rehetiyê bide avakirin. Ji lewre pêşxistina projeya "Nûjiyan", yek ji biryarên me yên sala 2022'yan bû. 8 meh in li bajarê Qamişloyê, me dest bi pêkanîna projeyê kiriye, em 4 komeleyên xaniyan ava dikin, her avahiyek 12 şeqe ne. Niha avahiyek ber bi dawiyê ve diçe. Bêguman em ê ji bo jinan stadyûma sporê jî ava bikin."

'Projeya Nûjiyan hemû jinan hembêz dike'

Jîn Bekir der barê jinên ku dikarin li avahiyê cih bigrin de ev agahî dan: "Projeya Nûjiyan ne tenê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hembêz dike, cihê tevahî jinên ji hemû pêkhate, ol û  mezheban e. Jinên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane û ew bi tenê mane û di rewşa aborî û ewlehiyê de zehmetiyan dikşînin, dikarin berê xwe bidin Nûjiyanê. Jinên ku dixwazin jiyana nû hilbijêrin û dest bi meş û rêwîtiyeke nû bikin lê di aliyê peydakirina cih de bi fikar in, deriyê Nûjiyanê ji wan re vekiriye. Kirêkirina malan û peydakirina ewlehiyê barê jinên ku dixwazin bi tenê bijîn, giran dike. Li herêmê, xwediyên malan bi kirê xanî nadin keçên ciwan an jî jinên bi tenê dijîn. Ji bo ku jin bikaribin bi awayekî rehet û derûniyeke baş xebatên xwe bimeşînin, projeya ku me bi pêş xistiye çareserî ye. Em vê mizgîniyê jî didin jinan ku avakirina avahiyan ji %90 bi dawî bûye. Di nav 6 mehan de, wê deriyê Nûjiyanê ji bo jinan were vekirin. Jinên ku dixwazin bila werin navê xwe tomar bikin."

Jîn Bekir wiha domand: "Di nava civakê de dibe ku gelek gotegot derkevin holê, dibe ku were gotin ku jin an jî keç ji malbatê tên veqetandin. Lê em vê bi zelalî dibêjin, jinên ku pêwîstiyên wan hene wê berê xwe bidin vê projeyê. Tu jin ji mala xwe nehatiye derxistin û wê neçarî mayina li Nûjiyanê nekiriye. Ji lewre divê civak û taybetî malbat bizanibin wê Nûjiyan jiyana jinan biparêze. Di vî alî de divê ku bi guman nêz nebin. Koçberek jî be bê cih û war mabe jî dikare li avahiyê cih bigre. Jin ji bo vê yekê dê serlêdanê bikin û navê xwe tomar bikin."

'Alternatîf projeyên komunal e'

Jîn Bekir bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Jin jin e çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi li Kurdistanê û herêmên din dibe, kîjan jin pêwîstiya wê bi cihekî wiha hebe, deriyê me jê re vekiriye. Em ê her dem di nav hewldanan de bin ku bikaribin vê krîza aborî li ser jinan sivik bikin û ji wan re bibin cihê çareseriyê. Alternatîfa kêmkirina krîzê jî pêşxistina projeyên komunal e."