Polîtîkayên Talîbanê dibin sedema mirina jinan

Li Afganistanê êrîşên Talîbanê yên li dijî jin û zarokan berdewam dikin. Di mehên Sibat û Adarê de gelek jin hatin qetilkirin û mirina gelek jinan jî weke 'întihar' hat qeydkirin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabûl – Piştî ku Talîbanê rêveberiya Afganistanê desteser kir, tundiya li dijî jinan, komkujî û mirina bi guman zêde bû. Li welat ji bilî girtina saziyên perwerdeyê, bêkarî û xizanî jî her ku diçe kûrtir dibe. Rayedarên Talîbanê jî bi gotinên; "Ev rewşa ku jin pê re rû bi rû dimînin ji ber pirsgirêkên malbatê ne û mudaxele ne karê me ye” piştgirî didin tundiyê. Zewicandina zaroken keç û sînordarkirina tevgerên jin û zarokan jî ji polîtîkayên dijminahiya jinan ên li welat nîşan didin.

Ajansa me daneyên binpêkirinên di mehên Sibat û Adarê de li Afganistanê li dijî jin û zarokan berhev kir li gorî daneyan hejmar wiha ne:

*Kesekî navê wî nediyar li eyaleta Cevizcan a bakurê Afganistanê bi bombeyê êrîşî dibistana seretayî ya keçan kir. Di encama êrîşê de 2 xwendekarên keç jiyana xwe ji dest dan.

*Li parêzgeha Faryabê zarokek keç bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Malbatê îdia kir ku 'întihar e.’

*Endamên Talîbanê li dijî daweteke li Nangarharê êrîşek çekdarî pêk anîn. Di encama êrîşê de jina ku daweta wê bû hat qetilkirin, bilindbûna dengê muzîkê jî wek hincet hat nîşandan.

*Li Eyaleta Laghmanê dayik û kurê xwe hatin qetilkirin.

*Du jinên ku li parêzgeha Paktiayê diman, di encama bombeya ku li mala wan hatibû bicihkirin de hatin qetilkiin. Di êrîşê de 3 zarok jî bîrindar bûn.

*Li navçeya Necrab a eyaleta Kapisê zarokek keç a 15 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Buyer wekî 'întihar' ket qeydan.

*Li Fîrouzkohê ya paytexta eyaleta Ghorê zarokek keç a 16 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Buyer wekî 'întihar' hat qeydkirin.

*Li Eyaleta Badghisê jineke 18 salî bi awayekî gumana jiyana xwe ji dest da.

*Li Kunduzê jineke 18 salî hat xwestin bi darê zorê were zewicandin. Jina ku li dijî zewacê derket bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Buyer wekî 'întihar' ket qeydan.

*Li Eyaleta Takharê jineke 30 salî ji aliyê endamên Talîbanê ve hat qetilkirin.