Piştî 4 salan, dê zimanê Kurdî jî li ser KADES’ê bê zêdekirin

Sepana Piştgiriya Jinan (KADES) ku li Tirkiyeyê bi 6 zimanan xizmetê dide, ragihand ku Kurdî jî di nav de dê 5 zimanên nû lê were zêdekirin.

Navenda Nûçeyan – Li gel rastiya ku li Tirkiyeyê rayaderên dewletê li dijî zêdebûna tundî û qetilkirina jinan tedbîrên pêwîst nagrin, hêj nû biryar hat dayîn ku zimanê Kurdî li Sepana Piştgiriya Jinan (KADES) ku beriya 4 salan derbasî jiyanê bî, were zêdekirin. Rûxmê ku bi milyonan Kurd li welêt dijîn, ji ber ku wergêrê Kurdî tunebû serlêdana Fatma Altinmakas a 2 sal berê li navçeya Melazgirt a Mûşê hat qetilkirin, nehat qebûlkirin.

Dê 5 zimanên nû bê zêdekirin

Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Malbatî û Tundiya Li Ser Jinê Dr. Sîbel Ozdemîr, di civîna çapemeniyê ya ku li Navenda Şopandina Kelepçeya Elektronîkî ya girêdayî Wezareta Karên Navxweyî hat lidarxistin de, îdîa kir ku Kurdî jî di nav de dê 5 zimanên nû li Sepena Piştgiriya Lezgîn a Jinan (KADES) ku di sala 2018'an de derbasê jiyanê bû, bê zêdekirin.

“Dê bi 11 zimanan xizmet pêşkêşî bike"

Sîbel Ozdemîr da zanîn ku KADES ji aliyê 3 milyon û 70 hezar jinan ve hatiye daxistin û nêzî 400 hezar îxbar hatiye, îdia dike ku bi navgînî di 5 deqîqeyan de midaxele li îxberan re tê kirin û wiha got: “Ji bo ku sepana KADES’ê bigihêje zêdetir kesan, li zimanên cuda hate wergerandin û dest bi karanînê kir. Di zimanên Tirkî, Îngilîzî, Fransî, Rûsî, Erebî û Farisî de dest bi karanîne kir. Ji bo derxistina 11 zimanan xebat hat destpêkirin. Bi zêdekirina Almanya, îspanyolî, Kurdî, Ozbekî û Qirgizkî dê 11 ziman de xizmetê bide.”