Li Êlihê yek jê jin du kes hatin qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bu

Li Êlihê Şeyhmus D. yê ku Felek D. ya ku pê re zewici ye bi giranî birîndar kir û yek jê jin du kes jî hatin qetilkirin.

Êlih – Tundiya mêr li her derê berdewam dike. Jin ji rojhilat heta rojavayê Tirkiyeyê tên qetilkirin, rayaderên dewletê li hember tiştên ku qewimîne kor-ker û lal dilîze. Mêrê bi navê Şeyhmus D. yê 65 salî ku li Taxa Hurriyetê ya Êlihê dijî, Felek D. ya 44 salî ku pê re zewicandiye, Kezîban D. ya ku birayê wî pê re zewicandiyê û biraziyê xwe Abdulganî D. ya 25 saliyê bi çekê bi giranî birîndar kir. Ekîbên tenduristiyê yên ku piştî bûyerê hatin agahdarkirin, birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Ji birîndaran Kezîban D. û Abdulganî D. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Hat hînbûn ku rewşa Felek D. giran e. Piştî bûyerê ji bo girtina kiryarê ku reviyaye xebat hatin destpêkirin.