Li Îspanyayê pênaseya “êrîşa zayendî” tê guhartin

Parlamentoya Îspanyayê ya çarçoveya sûcê destdirêjiya zayendî berfireh dike, pêşnûmeqanûnek nû pejirand. Wezîra Wekheviyê Irene Montero diyar kir ku Îspanya dê êdî ji bo jinan bibe welatekî bi ewle.

Navenda Nûçeyan – Li Îspanyayê sûcên destdirêjiya zayendî di nav "destdirêjî" û "têkiliya zayendî ya bê riza" de tê dabeş kirin. Li gorî zagona berê, ji bo ku êrîş weke destavêtinê bê dîtin, divê êrîşkar, ji kesê ku destdirêjî bikar aniyê tundiya fizîkî pêk bine. Bi biryara nû, êdî kesên ku niha rastî tecawizê tên, neçar nînin îspat bikin ku rastî tundiyê hatine.

“Qanûn bi 201 dengan hat qebûl kirin”

Meclîsa Îspanyayê ku mijar xist rojeva xwe, pêşnûmeqanûnek nû ya ku çarçoveya sûcên destavêtinê berfireh dike qebûl kir. Pêşnûme li hember 140 dengên na û 3 dengên bêalî, bi 201 dengan hat qebûlkirin. Pêşnûmeya ku 2 sal in li ser tê xebitîn, ji bo bikeve meriyetê pêwîst e ji aliyê Senatoyê ve bê qebûlkirin.

“Îspanya dê ji bo jinan bibe welatekî hîn bi ewlehî'

Wezîra Wekheviyê Irene Montero, diyar kir ku dirûşmên "Tenê erê erê ye", "Ji tê bawer dikim” di dawiyê de veguherine qanûn, got ku ji îro pê ve wê Îspanya ji bo jinan bibe welatekî hîn zêde bi azad û ewlehî.