Meclîsa Jin a PYD belavokên li ser têkoşîna li dijî tûndiyê belav kir

Li dijî tundiya ser jinan û bi armanca hişyarkirina gel derbarê têkoşîna li dijî tûndiyê de, Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk li Qamişlo belavokên hişyariyê li mêran belav kir.

Qamişlo – Bi armanca xurtkirina têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê û hişyarkirina tûndiyê Meclîsa Jin a PYD’ê li Qamişlo belavokên derbarê mijarê de belav kir.

Di çarçoveya kampanyaya têkoşîna li dijî tûndiyê ya beriya demekê ji aliyê Meclîsa Jin a PYD’ê de hatibû destpêkirin, li Qamişlo bi armanca hişyarkirina tûndiya li ser jinê û bilindkirina têkoşîna li dijî tûndiyê ji bo mêran belavok hat belavkirin.

“Em dixwazin jin bigihînin azadiyê da ku mafê xwe biparêze”

Der barê mijarê de Rêveberiya Meclîsa Jinan a PYD a taxa Hilêliyê Eyhan Mihmdîn diyar kir ku belavok bi armanca hişyarkirin û bilindkirina têkoşîna li dijî tûndiyê li mêran hatiye belavkirin û wiha got: “Em van  belavokan li hemû derê belav dikin ji ber ku em dibînin jin ji hêla mêran ve tên kuştin an jî rastî tûndiyê tên û her wiha jin bi temenek biçûk tên zewicandin. Jin gihîştin wê astê ku cihê xwe di hêza cewherî de digirin lê mixabin em dibînin ku her çiqas bûyer kêm bin jî jin ji aliyê mêr ve tên kuştin. Wê ev hamleya me berdewam bike û em dixwazin jin bigihêjin azadiyê û mafên xwe biparêzin. Ez bi hêvî me ku jin tu carî xwe bindest nebîne û xwe perwerde bike, jin di hêla siyasî, leşkerî û di hemû qadên jiyanê de xwe bi pêş bixe.”