Piştgiriya fîlozofa naskirî Spivak ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re
Teorîsyen û bîrewera Hindî Gayatri Spivak ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyek şand û destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide avakirina civakeke demokratîk û adil.
Navenda Nûçeyan – Fîlozof û bîrewera femînîst a Hindî Gayatri Chakravorty Spivak, piştgirî da Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyek şand. Spivak di nameya xwe de destnîşan kir ku tevî tecrîd û şert û mercên girran ên girtîgehê jî ew ji xweragiriya Abdullah Ocalan bandor bûye û anî ziman ku banga wî ya ji bo wekheviya zayendî ya civakî xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Fîlozof û teorîsyena naskirî ya Hindî Gayatri Chakravorty Spivak, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û birêvebirin, nameyek piştgiriyê nivîsand. Nameya Spivak rewaneyî Heyeta Îmraliyê hate kirin.
Spivak di nameya xwe de bal kişand ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî pergala îşkence û tecrîdê û destnîşan kir ku yasaya çerçoveyî îhtimala azadiya Abdullah Ocalan xurt dike. Spivak diyar kir ku meseleya sereke avakirina civakeke demokratîk û nêzîkatiya li ser bingeha azadiya jinê ye.
'Banga we ya ji bo wekheviya zayendî bandor li min kir'
Fîlozof û bîrewer Gayatri Chakravorty Spivak di nameya xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ev nirxandin kirin:
“Birayê min ê Ezîz Abdullah Ocalan,
Demeke dirêj e xweragiriya we ya li hemberî rehîngirtina demdirêj û tecrîdê, bandorê li min dike. Her wiha banga we ya têkildarî wekheviya zayendî ya civakî jî bandorek mezin li min kir. A niha jî Qanûneke Çarçoveyî heye ku ev yek îhtîmala azadbûna we xurttir dike.
Pirsgirêkên me yên rastîn jî nû dest pê dikin. Ji ber ku we li şûna nêzîkatiya cure proto-netewperest a xwe diparêze, rêya tevlihevtir û berdartir a hebûna demokratîk pêşniyar kir. Ji bo vê yekê jî hewcedarî bi pergaleke perwerdeyê heye ku zarok di demên pêş de dema ku dengên xwe bidin, paradoksa demokrasiyê fêm bikin û nêzîkatiyeke epîstemolojîk a berdewam pêş bixin: ji bo xwe azadî, ji bo mirovan wekhevî û ji bo cîhaneke adiltir daxwazeke xurt.
Ez jî ev nêzî 60 salan e hewl didim vê yekê bikim; li Zanîngeha Kolombiyayê li gel dayîna dersên Edebiyata Ewropayê; li gel kesên bêax, yên xwendin û nivîsandinê nizanin û yên 'destnedayî' ji bo zarokên gelê xwecihî yên di binbeşên civakê de dixebitim. Hin kesên din fêrî hilberîna zanînê dikin; lê belê ji me hin kes neçar in fêrî fêrbûnê bikin.
Bi taybetî îro gelekî girîng e ku zarok fêrî daxwazkirina civakeke adil bibin; ji ber ku cîhan ji ber guherîna avûhewayê û hişê çêkirî bi şikestineke mezin re rûbirû ye.
Birayê min ê ezîz, ez daxwaz û niyazên xwe yên herî baş pêşkêşî we dikim. Bi rêz û hurmet.”
Gayatri Chakravorty Spivak kî ye?
Gayatri Chakravorty Spivak di 24’ê Sibata 1942’an de ji dayik bûye. Ew fîlozof, akademîsyen û bîrewereke femînîst a Hindistanî ye ku bi xebatên xwe yên di warê teoriya edebî, teoriya postkolonyal û xebatên binçandî (subaltern) de tê naskirin. Spivak bi taybetî bi berhema xwe ya navdar a bi navê “Gelo Bindest Dikarin Biaxivin?” (Can the Subaltern Speak?) tê nasîn. Di vê xebatê de ew têkiliyên di navbera mîrasa dagirkeriyê, nûnertiya desthilatdariya mêr-serdest û hilberîna zanînê de bi perspektîfeke rexneyî û femînîst lêkolîn dike. Spivak di xebatên xwe yên akademîk û qada pratîkî de li ser mijarên femînîzm, ramana dekolonyal, têkoşîna dijî kapîtalîzmê û newekheviya civakî disekine.