Birçîbûn bûye gefek li ser jiyana dayîk û zarokan
Kêmbûna alavên bijîşkî, cihê teng di nexweşxaneyan de û gihîştina sînordar a xizmetên tenduristiyê rewşa kêmbûna xwarinê li Efganistanê girantir dike. Pispor balê dikişînin ser girîngiya piştgiriya dayîkan û zêdekirina hişmendiya malbatan.
BAHARAN LAHÎB
Kabul – Kêmbûna xwarinê yek ji pirsgirêkên girîng ên li Efganistanê ye ku bi taybetî bandorê li jin û zarokan dike. Xizanî, gihîştina sînordar a xizmetên tenduristiyê û xwarina nebaş, ligel zewacên zû û ducaniyên li pey hev, tenduristiya dayîkan û mezinbûna zarokan dixin xeterê. Ev şert û merc li herêmên gundewarî, ku gelek malbat nikarin bi awayekî têr bigihîjin xizmetên bingehîn ên tenduristiyê û xwarinê, bêtir fikarê diafirînin.
Gelek jin di dema ducaniyê de û heta dema zayînê jî bi berewamî karê giran dikin, ji xwarin û bêhnvedana têr bêpar dimînin. Hin ji wan jî di nava tundiya nav malbatê dimînin. Tevahiya van faktoran dikarin tenduristiya dayîkan lawaz bikin û bandoreke neyînî li rewşa xwarinê û mezinbûna zarokan bikin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di sala 2025'an de ragihand ku li seranserê Efganistanê pênc milyon jin û zarok bi kêmbûna giran a xwarinê re rûbirû ne û ji wan çar milyon kesan hewcedariya alîkariyên lezgîn heye. Ev hejmar pêwîstiya çareserkirina cidî ya rewşa xwarinê û tenduristiya dayîk û zarokan nîşan dide.
Ji bo lêkolîna rewşa zarokên ku kêmbûna xwarinê dikişînin, me serdana nexweşxaneya giştî ya zarokan kir. Dema em ketin nexweşxaneyê de, yekem tişta ku balê me kîşand nebaşbûna alavên heyî û kêmbûna cih di beşên dermankirinê de bû. Di hin beşên nexweşxaneyê de çend zarok di heman nivînan de hatibûn razandin; ev rewş qelebalixî û kêmbûna kapasîteya vê navendê nîşan dida.
Di beşa kêmbûna xwarinê de, odeyên kevin û cihê teng şert û mercên dijwar ji bo zarokên nexweş û dayîkên wan afirandibûn. Dayîk li kêleka nivînan hewl didan lênihêrîna zarokên xwe bikin ku ji bo dermankirinê anîn nexweşxaneyê.
Safî zarokeke sê salî li benda dermankirinê ye
Di yek ji korîdorên nexweşxaneyê de, me bi dapîra Safî re hevdîtin kir. Ew li benda lênihêrîna rewşa nevîya xwe bû. Zaroka bi navê Safî ji bo dermankirinê nû anîbûn nexweşxaneyê.
Dapîra Safî bi nîşandana lingên werimî yên zarokê, got ku ev rewş yek ji sedemên serdana malbatê ya nexweşxaneyê bûye. Sedema van nîşaneyan hewceyî lêkolîna bijîşkî ye. Lê fikara malbatê ya derbarê mezinbûn û tenduristiya Safî de, beşek ji zehmetiyên ku zarokên nexweş û malbatên wan bi wan re rûbirû dimînin nîşan dide.
Bijîşkên nexweşxaneyê nebûn alîkar
Ji bo ku agahiyên zêdetir derbarê rewşa zarokên ku ji kêmbûna xwarinê pirsgirêkên tendûristiyê dijîn û faktorên belavbûna vê pirsgirêkê bi dest bixin, me hewl da ku bi yek ji bijîşkên beşa xwarinê re hevpeyvînê bikin, lê bijîşkan qebûl nekir ku hevpeyvînê bikin.
Piştî derketina ji nexweşxaneyê, me serdana yek ji klînîkên taybet ên li nêzîkî deriyê wê kir û bi bijîşk Xatira Safî, pisporê nexweşiyên zarokan, derbarê faktorên kêmbûna xwarinê ya zarokan de axivî.
Xizanî û rewşa dayîkan
Bijîşk Xatira Safî bi tekezî li ser girîngiya xwarina dayîkê di dema ducaniyê de rawestiya û got ku rewşa xwarinê ya dayîkê dikare bandorê li ser tenduristî û mezinbûna zarok bike. Xwarina nebaş di vê heyamê de, ligel faktorên din dikare xetera pirsgirêkên têkildarî mezinbûna zarokê zêde bike.
Xatira Safî ducaniya di temenê biçûk de, zewaca di bin temenê qanûnî de, ducaniyên li pey hev, xizanî, bêkarî û tundiya nav malbatê wek faktorên din ên ku tenduristiya dayîkan dixin xeterê û dikarin bandorê li ser rewşa xwarina zarokan jî bikin, destnîşan kir.
Xatira Safî da zanîn ku di rabirdûyê de hin nexweşxane xwediyê nivîsgehên şêwirmendiya malbatê bûn, lê piştî hatina Talîban ser desthilatdariyê, destûr nehat dayîn ku van nivîsgehan karên xwe bidomînin. Xatira bal kişand ser agahdarkirina derbarê xwarina guncav a dayîk û zarokan, lênihêrîna di dema ducaniyê de û danîna navberê di navbera zayînan de wekî tedbîrên girîng ji bo pêşîgirtina li pirsgirêkên xwarinê ye.
Xizanî û tunebûn kêmbûna xwarinê diafirînin
Kêmbûna xwarinê tenê encama nebûna xwarinê nîne; xizanî, gihîştina sînordar a xizmetên tenduristiyê, xwarina nebaş a dayîkan di dema ducaniyê de û kêmbûna hişmendiyê jî di belavbûna wê de rol dilîzin. Têkoşîna li dijî vê pirsgirêkê hewceyî peydakirina alîkariyên xwarinê û dermankirinê, piştgirîdayîna dayîkan, perwerdekirina malbatan û baştirkirina gihîştina xizmetên tenduristiyê ye.
Bi hevkariyê dê alîkariya kesên hewcedar were kirin
Her wiha hevkariya bi bandor a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û saziyên berpirsiyar ên tenduristiyê, ligel çavdêriya zelal li ser bikaranîn û belavkirina alîkariyên darayî, girîng e da ku alîkarî bigihîje kesên hewcedar û pêşî li îsrafkirin û windakirina çavkaniyan bê girtin.