Pêşnûmeya qanûnê ya der barê tundiya li dijî jinan ji komîsyonê derbas bû

Di Komîsyona Edaletê de pêşnûmeya qanûnê ya ku rêziknameya xwe de pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan û xebatkarên tenduristiyê dihewîne, hat qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan – Di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de, Pêşnûmeya Zagona Guhertina Qanûna Ceza ya Tirk û hin qanûnên ku rêziknameya pêşîgirtina li tundiya li hemberî jinan û xebatkarên tenduristiyê dihewîne, hat qebûlkirin.

Di hevdîtinên li ser pêşniyara giştî de, wekîlan nêrînên xwe anîn ziman. Wekîlê CHP'ê Turan Aydogan der barê pêşniyara giştî de axivî û wiha got: "Hûn di pênaseya demê de cih didin jinan lê hûn sûcê ji pênaseya 'sûcê li dijî jinan' ji pênaseya tundiya li ser jinan an jî tundiya zayendî dûr digrin. Bi rastî, cihê ku we anî, rêziknameyek qanûnî ye ku dê jinan bixe nava hîn tengasiyek mezin.”

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî wiha axivî: “Mobîng, îstîsmara zayendî ya li ser jinan, tacîzên patronan, tacîzên karkerên din û bi hezaran jin nikarin van bikin mijara dozê û mijara darizandinê. Çima? Ji ber ku dema hûn dibin dadgehê, ya ku tê darizandin jin e. Civak tê darizandin, ne bes e; jin tên darizandin, ne bes e; çapemenî tê hedef nîşandan."

Di pêşnûmeyê de çi hene?

*Li gorî pêşnûmeyê, hincetên daxistina bi teqdîr a di Qanûna Ceza ya Tirk de dê bi sînor bin. Tevgerên ne poşman ên sûcdar dê wekî hincetek ji bo daxistina taqdîrî neyê pejirandin.

* Helwest û reftarên fermî yên sûcdar ku armanc dike daxistina ceza bigre, wek haydarbûna li cil û bergên xwe, lixwekirina cil û berg û kravat dê wekî sedema daxistina teqdîrî neyên hesibandin. Ger daxistina teqdîrî were sepandin dê sedem bêguman di biryarê de werin nîşandan.

* Ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi bandortir be û pêşî lê bê girtin ger sûcên kuştina bi zanebûn, birîndarkirina bi zanebûn, gefxwarin, îşkence û eziyetkirina li dijî jinan bê kirin dê cezayê wî bê girankirin.

Bikaranîna sûcê kuştina bi zanebûn ê li hemberî jinan dê di nava dozên bi wesf ên vî sûcî de cih bigrin. Gava ku cezayê kuştina bi qestî cezayê muebetê be ger ev sûc li dijî jinan bê kirin dê cezayê muebetê girankirî be.

* Ger sûcê bi qestî ku bi mudaxeleya tibî ya hêsan dikare bê çareserkirin, li dijî jinek bê kirin dê sînorê jêrîn ê cezayê girtîgehê ji 4 mehan bibe 6 meh.

* Ger sûcê îşkenceyê li dijî jinê bê kirin, dê sinorê jêrîn ê 3 sal cezayê girtîgehê bibe 5 sal.

* Ger sûcê îşkenceyê li dijî jinê bê kirin dê sînorê jêrîn ê 2 sal cezayê girtîgehê bibe 2 sal û 6 meh.

*Ger mexdûrê sûcê gefa êrîşa li dijî can an jî parêzbendiya zayendî jin be, li gorî sînorê jêrîn cezayê 6 mehan dê bibe 9 meh cezayê girtîgehê.

* Kiryarên ku weke şopandina bi israr tên binavkirin dê bibin sûcekî serbixwe.

*Li dijî zarok an hevjîna ku biryara hevberdanê hatiye dayîn an jî ji hev cuda bûne sûcê şopandina domdar tê kirin; dibe sedem ku mexdûr dibistan, cihê kar, cihê xwe biguherîne yan dev ji dibistanê yan kar berde; ger ji aliyê kiryarê ku ji bo wî biryara dûrxistinê hat dayîn an jî tedbîra nezîkbûna îqamet, dibistan û cihê kar hatibe kirin, ji salekê heta 3 salan cezayê girtîgehê bê dayîn. Lêpirsîn û şopandina vî sûcî dê bi gilîkirinê ve girêdayî be.

* Bi pêşnûmeyê re, sûcên bi zanebûn birîndarkirina li dijî jinan û sûcên bi zanebûn ên li dijî personelên ku di sazî û rêxistinên tenduristiyê de di dema erka xwe de dixebitin an jî ji ber peywira xwe hatine kirin dê bikevin kataloga sûcên têkildarî girtinê.

* Xala bi sernavê "Mafên mexdûr û gilîker" a Qanûna Înfazê dê bê guherandin. Bi guhertinê re, sûcên îstîsmara zayendî yên li ser zarokan an jî şopandina bi domdarî û sûcên bi zanebûn birîndarkirin, îşkencekirin an jî eziyetkitina li dijî jinan a di Qanûna Ceza ya Tirk de dê tevli çarçoveya madeyê bibe. Bi vî awayî, di qonaxa lêpirsîn û şopandin de, bi taybetî jinên mexdûrên tundiyê dê karibin ji alîkariya hiqûqî û piştgiriya parêzerekî ku ji aliyê baroyê ve bê pere tê tayînkirin, sûd bigirin û derfet bên dayîn ku riyên lêgerîna maf bi bandor bi kar bînin.