Li Şehbayê Teqîn heta niha du jinan jiyana xwe jidest dan
Li Navçeya Ehdasê di malekê de teqîn çêbû û heta niha cenazeyê 2 jinan ji binê avahiyê derxistin.
Şehba - Li navçeya Ehdasa Kantona Şehbayê di malekê de teqîn pêk hat. Têkildarî sedema teqînê hîna agahî bi dest neketine.
Heta niha cenazeyên kesan ji binê xirbeya avahiyê hatin derxistin û hîna lêgerîn didomin. Nayê zanîn ku hîn kes di binê xirbe de hene yan na.
Lêkolîna li ser teqînê dewam dike.