Ji Bankaya Cîhanî li hember Talîbanê bertek: 4 fonên proje hat rawestandin
Bankaya Cîhanî ragihand ku piştî Talîbanê ragihand wan perwerdeya keçan a ji pola 6’emîn û jor de rawestandine, 4 projeyên bi nirxê 600 milyonî dane rawestandin.
Navenda Nûçeyan – Talîbanê ku ji jinan heta zarokan li gelek beşên civakê zext û zordariya xwe didomîne, li ser perwerdeya keçan qedexeyên curbecur ferz dike. Bertekek din jî li ser mijara ji aliyê rejîma Talîbanê ve dûrxistina keçan ji dibistanan ji Banka Cîhanî hat. Banka Cîhanî ragihand ku 4 projeyên Afganistanê yên bi nirxê 600 mîlyon dolarî dane rawestandin û diyar kir ku ew ji bo piştgirîkirina keç û jinan bi xurtî dixebitin.
Werger:NuJINHA