Li Tunisê ji bo kesên temen mezin xizmetên taybet

Wezareta Malbat, Jin û kesên temen mezin destnîşan kir ku hikûmeta Tûnisê lênêrîna xwe ya ji bo kesên temen mezin li ser polîtîkaya civakî ya ku li ser bingehê misogerkirina hevgirtina malbatê bingeh digire.

Tûnis - Wezareta Malbat, Jin û Kesên Temen Mezin di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser girîngiya Bernameya bicîhkirina Malbatê ya ji bo kesên temen mezin ku di lênêrîna kal û pîrên ku têkiliyên malbatê winda kirine de ji aliyê malbatên alternatîf ve tê temsîlkirin, da ku hawîrdorek aram ji kesên temen mezin re peyda bikin, jiyanek xwezayî bijîn, di warê deronî û tenduristî de rihet bin.

Wezîra Jin, Malbat, Zarokan û Kesên Temen Mezin Amal Belhac Mûsa herî dawî ragihandibû ku wezaret dê di meha nîsana de dahatek darayî radestî nûnerên herêmê bike, ji bo cîbicîkirina vê bernameyê ku di çarçoveya wê de wezaret mehane 200 dînarî (pereyên Tûnisê) wekî piştgirî pêşkêş dike. Hêjayî gotinê ye ku ev bername niha bi 408 hezar dînar, 120 kesên temen mezin ku ji sedî 78  ji wan jin in, sûdmend in.

Ji bo teşwîqkirina malbatên Tûnisî ji bo qeydkirina bernameya cîbicîkirina Malbatê ji bo kesên temen mezin Wezaretê biryar da ku kapasîtefa giştî ya vê bernameyê zêde bike da ku berî dawiya salê, 170'ê kesên temen mezin ku li seranserê welêt têne dabeş kirin, bigire.

Tê zanîn ku li Tûnis rêjeya kesên temen mezin her diçe zêdetir dibe û ev kategorî dikare di sala 2029'an de ji sedî 17'ê nifûsê û di sala 2034'an de jî ji sedî 30 derbas bibe.