Nobeta Edaletê di roja 634’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di roja 634’emîn a çalakiya nobeta edaletê de bal kişand hatina Rihayê ya Serokomarê AKP’yî û got: “Gelo wê qêrîna edaletê ya vê dayîkê bibihîse! Raya giştî vê yekê meraq dike.”

Riha – Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 634’emîn de didome. Malbat seatên siharê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê, hate ber deriyê edliyeyê û dest bi nobetê kir. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal vê pêyamê da: “Sibê @RTErdogan tê #sanliurfa. Rengê hêsirê çavê dayîkan nîne. Gelo wê serokkomar li Rihayê qêrîna edaletê ya vê dayikê bibihîse? Raya giştî vê yekê meraq dike. @Akparti @akpartiurfa @erkankandemir”