Girtiyên jin ên siyasî kirin qawîşa edliyan

Girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Bayburtê tên girtin, diyarkirin ku ji qawîşên lê bûne hatine derxistin û li qawîşa ku berê mêrên ji sûcên edlî tê de bûn, hatin bicihkirin.

Mêrdîn -Girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê girtî ne, di hevdîtina bi malbatên xwe re diyar kirin ku her du qawîşên ku tê de bûn bi hinceta  kêmasiya cih ji girtiyên mêr ên edlî hatine valakirin û li şûna girtiyên edlî ên mrê girtiyên jin ên siyasî hatine bicihkirin.  

Daxwazên wan ên sewqê nehat bi cih anîn

Girtiyan diyar kirin ku qawîş ji ber ku ji aliyê girtiyên mêr ên edlî ve hatiye bikaranîn pîs û ne guncav e û şert û mercên paqijiyê nînin, Girtiyan diyar kirin ku di vê mijarê derêveberiya girtîgehê alîkar nabe û anîn ziman ku daxwazên wan ên sewqê bi cih nayên anîn.