‘Wê dagirker negihijin xeyalên xwe'

Jinên koçber ên Efrînê li navçeya Til Rifetê diyar kirin ku wê li hemberî êrîş û dagirkeriyê her dem ala serkeftinê bilind bimîne. Jinan gotin, “Wê dagirker negihijin xeyalên xwe.”

HESNA MIHEMED

Şehba - Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk roj bi roj li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir dibin. Kantona Şehbayê û navçeya Şêrewaya Efrîna koçberên Efrînê lê bi cih bûne ji herêmên herî zêde nêzî xetên sînor in rastî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk tên û rojane gel li wê deverê bi êrîşan re rûbirû dimîne.

Der barê êrîşên dagirkeriyê de jinên Efrînê yên li navçeya Til Rifeta kantona Şehbayê bi cih bûne helwestên xwe anîn ziman.

'Tirsa me ji êrîşên dagirkeriyê nîn e'

Sadîqa Bekir di gotinên xwe de bal kişand ku li hemberî êrîşên ku pêk tên berxwedan û îradeya wan bilind dibe û got: "Jiyana ku em li Şehbayê dijîn tenê ji bo vegera Efrînê ye. Ev bû 6 sal em li Şehbayê ruxmî hemû astengiyan berxwedana xwe didomînin. Seranserî van salan dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe ranewestandiye û rojane sivîlan dike armanca xwe. Li hemberî êrîşên ku pêk tên em xeta berxwedana xwe bilind dikin û tu carî tirsa me ji êrîşan tune ye. Hebûna me ya li Şehbayê vegera Efrînê misoger dike."

‘Bi dagirkeriyê wê negihijin xeyalên xwe'

Emîna Îsa jî diyar kir ku hêza wan tu carî li hemberî êrîşên dagirkeriyê nayê şikandin û wiha got: "Dema ku dewleta Tirk êrîşên xwe bi ser me de tîne em hêz û moral digrin, her wiha tu carî hêza me nayê şikandin. Heya em dikarin em tu carî dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernadin. Di heman demê de em ê di nava çalakî û xebatên şermezarkirina êrîşan û bilindkirina berxwedanê de bin. Rewşa ku em tê re derbas dibin, an mirin an jî jiyana bi rûmet e. Em ê li ber xwe bidin heya ku jiyana bi rûmet bi dest dixin. Em ê li hemberî hêza dagirkeriya dewleta tirk bi berxwedana xwe bi serkevin. Armanca dagirkeriya dewleta Tirk bi êrîşan ew e ku hêza gel têk bibe lê tu carî dê negihîje xeyalên xwe. Keda ku gel dide ji bo vegera Efrînê wê vala neçe, her dem wê ala serkeftinê bilind bibe."