Li Mexribê saziyên çapemeniyê zayendperestiyê zêde dikin

Rojnameger Suad Shaghal, da zanîn li Mexribê çapemenî destkeftiyên ku jinan bi têkoşînê bi dest xistine ji ne ditî ve tê û hewl dide bi gotin û bernameyên zayendperest jinan hepsê malan bike û diyar kir ku divê li dijî vê ferasetê têkoşîn bê meşandin.

HANAN HARÎT

Mexrib- Çapemenî ji bo belavkirina normên zayendî yên civakî weke amûrek girîng tê bikaranîn. Di çapemeniyê de ji bo bûyerên cudakarî, tundî û qetilkirina jinan hincet tên nîşandan û kiryarê mêr li çavên civakê bê sûc tên dîtin. Dîsa çapemenî di rêzefîlm û reklaman de jinan weka meta nîşan dide û cihê jinan di civakê û giştî de li gorî feraseta baviksalar diyar dike. Her çiqas bi pêşketina têkoşîna jinan re ev rewş hinek hatibe derbaskirin jî ji bo bi giştî bê derbaskirin, pêwîstî bi guhertinek bi pergal û feraseta radîkal heye.

Endama Lijneya Rêvebiriya Komeleya Çapemeniya Neteweyî ya Mexribê Rojnameger Suad Shaghal, da zanîn ku saziyên çapemeniyê yên weke televîzyon û radyo, ji saziyên ku cihêkariya li dijî jinan pir zêde ne û bi taybetî bi reklaman feraseta baviksalarî didome.

‘Rola jinan a di çapemeniyê de xwedîkirina zarok û paqijkirina malê ye'

Rojnameger Suad Shaghal, diyar kir ku bername û reklamên di çapemeniya Mexribê de cih digrin, pêşketina civakî û hebûna jinan a bihêz a di pozîsyonan biryargirtinê de paşguh dikin û piştgirî didin zayendiya civakî û wiha got: "Dema bername û reklamên 4 salên dawî yên Saziya Bilind a Ragihandina Dîtbarî û Deng a Mexribê ya bi navê 'HAKA' tê lêkolînkirin, ev rewş bi awayekî zelal xuya dibe. Jin bi malê ve girêdayî ne û rolên wan ên di malê de tên kûrkirin. Rolên duyemîn tên dayîn. Ferasetek malbatê bingeh digre û jinan tune dihesibîne derdikeve pêş. Gotinên di reklaman de tên gotin, klîşeyên bi bingeha zayendî ya civakî ne. Rola jinan a di çapemeniyê de xwedîkirina zarok û paqijkirina malê ye.”

‘Çapemenî destkeftiyên ku jinan bi têkoşînê bi dest xistin ji ne ditî ve tê’

Rojnameger Suad Shaghal, destkeftiyên jinên Mexribê yên bi têkoşîna di qadên hiqûqî, siyasî û giştî de bi dest xistine bi bîr xist û da zanîn îmaja di çapemeniyê de tê pêşkêşkirin neguhere. Suad Shaghal, da zanîn di reklaman de zayendperestî tên weşandin û wiha got:

“Tevî ku jinên Mexribê di nava civakê de cihekî girîng û berpirsyariyan girtine jî jin her dem di reklamên televîzyonan de weke mezêxer tên nîşandan. Mixabin, di çapemeniya Mexribê de beşeke ku naxwaze destkeftî û guhertinên bi têkoşîna jinan hatine bidestxistin fêm bike û qebûl bike heye. Dema di çapemeniyê de mêr serokê malbat û lîder be, jin tenê wek girêdayî mêr û mezêxer tê nîşandan. Jin di reklaman de bi mijarên metbexê re tên girêdan. Ango dixwazin jinan hebsê metbexê bikin.”

'Divê perwerdeyên hişyarkirinê bên dayîn’

Suad Shaghal, bi bîr xist ku HAKA’ya çapemeniyê dişopîne, rola xwe nalîze û wiha got: “Divê tiştên der barê jinan de tên weşandin bên kontrolkirin û pêşîgirtin. Bicihneanîna vê yekê li dijî Destûra Bingehîn jî tevnagere. Bi van gotinên zayendperest re pêşkêşkirina jinan a di çapemeniyê de hem zirarê dide jinan hem jî civakê. Weke mezêxer û objeya zayendî tên dîtin. Divê li dijî vê faresetê têkoşînek xurt bê meşandin. Divê perwerdeyên hişyarkirinê bên dayîn.”