Nobeta Edaletê di roja 461’emîn de ye
Malbata Şenyaşar a di roja 461’emîn de nobeta edaletê dimeşîne wiha got: “Têkoşîna li hemberî bê hiqûqiyê, deynê her hemwelatiyekê bi ehlaq e.”
Riha – Nobeta Edatê ya Emîne Şenyaşar a dû kûrên wê û hevjînê wê di encama êrişa xizm û parêzvanên Wekîlê AKP’yî Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kûrê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû di roja 461’emîn de didome. Ji ber dawiya heftê ye û edliye girtiye malbatê nobeta xwe ya îro li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne.
Malbata Şenyaşar di roja 461’emîn a nobeta edaletê de li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal vê pêyamê ragihand: “Dozgerên ku bi gotina ‘Ezê hiquqê li pêşiya her tiştî bigrim’ soza şeref û namûsê didin, dema ku hîn kesên weke asta xwe bihêz in ji wan daxwaz dikin ku biryarên bê edaletî bidin, sozên xwe jibîr dikin. Têkoşîna li dijî bêhiqûqiyan deynê her hemwelatiyeke bi ehlaq e”.