Jinên ji Silêmanî: Axa me tê dagirkirin, lê li ser vê axaftina me tê qedexekirin
Li Silêmanî duho li dijî êrişên dagirkeriyê meşek girseyî hat lidarxistin lê hêzên ewlekariyê meşê asteng kirin. Jinên ji Silêmanî destnîşan dikin ku divê jin li dijî van êrişên dagirkeriyê xwedî helwest bin û li dijî dagirkeriyê rawestin.
Silêmanî – Duho bi beşdarbûna gelek çalakvan, siyasetmedar û hemwelatiyan înisiyatîfa DEFEND KURDISTAN a li dijî dagirkeriyê li kolanên Silêmanî kom bûn, dest bi meşekê girseyî kirin. Lê meşa ku bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Kurdistanê, wêrankirina wî ya xwezaya Kurdistanê û bikar anîna çekên kîmyewî hat lidarxistin ji aliyê hêzên ewlekariya Silêmanî ve hat astengkirin.
Pşitî astengiya hêzên ewlekariyê jinan bi armanca şermezarkirina vê astengiyê Cada Selîm a Silêmanî girtin û li ser êrişên dagirkeriya dewleta tirk û astengkirina meşê ya ji aliyê hêzên ewlekariyê, daxuyanî hat xwendin.
“Dewleta tirk dixwaze bi êrişên dagirkeriyê re vegere sedsala 19’emîn”
Şêwirmeda hiqûqê û rexnegira siyasî Siruşt Helebce destnîşan kir ku ewê li dijî êrişên dagirkeriya dewleta tirk bê deng nemînin û bal li ser bêhelwestiya hikûmeta Iraqê kişand. Siruşt Helebce wiha got: “Li gor zagonê hewaya di nav sînoran de di bin venêrîna Iraqê de ye û divê li hemberî vê xwedî helwest be. Pêwiste gel wisa bike ku hikûmet neçarî helwestgirtinê be. ”
“Em piştgiriyê didin şervanên azadiyê”
Bahre Zaher a beşdarî meşê bûbû wiha axifî: “Ji aliyê hêzên ewlehiyê ve astengkirina meşê îspat kir ku ew jî mîna yên li Behdînan û Hewlerê piştgiriyê didin dagirkeriyê. Li Zaxo û Behdînanê bi hezaran dar tên birîn. Dewleta tirk bi kilometreyak ket xaka Başurê Kurdistanê. Lê li Silêmanî li ser erd û gelê me axiftina me tê qedekirin.”