“Girtiya nexweş Nûdem Durak serbest berdin”

Di hefteya 533’emîn a “Rûniştina F” de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Nûdem Durak ku ji ber stranên Kurdî 19 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û ji bo berdana wê bang li rayedaran hat kirin.

Stenbol- Komîsyona Girtiyan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixe, çalakiya hefteya 533’emîn, li avahiya komeleyê pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa Hunermend Nûdem Durak a ku di sala 2015'an de li Şirnexê ji ber strana Kurdî vegot hat girtin, piştre 19 sal cezayê girtigehê hat dayîn û tevî teşhîsa gelek nexweşiyên mîna helîna hestiyan û Graves ( guatra jehrî) hat danîn jî, hêj di girtigehê de tê ragirtin. Daxuyanî ji Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Meral Nergîs Şahîn xwend. 

“Nexweşiya wê bi lez pêşve dikeve"

Meral Nêrgîs bal kişand ser rewşa Nûdem Durak a Dengbej e û bi binpêkirina mafê wê derbarê wê de ceza hat dayîn û wiha got: “Di nava van 7 salan de girtîbûnê de Durak bi nexweşiya helîna hestiyan û Gravesê ket. Ev nêzî saleke her mehê ji bo tedawiyê ji Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Bayburtê dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê. Piştre jî bi hinceta pandemiyê 15 rojan di hucreyê de tê ragirtin. Ji ber ku tedawî û sexbêrekî baş lê nayê kirin, nexweşiyên wê her ku diçe girantir dibin. Bijîşkên wê dibêjin ku heke derman bi kêrî neyên, divê were emeliyatkirin ku emeliyateke xetere ye. “

Bang li rayedaran

Ji ber nexweşiyê, hindik ma ye ku Nûdem dengê xwe winda bike. Lewma divê di zûtirin demê de were berdan. Di vê mijarê de banga me li raya giştî ew e ku xwedî li Nûdem Durak û girtiyên nexweş derkevin.” 

Daxuyanî bi durişmeyên “Bila Nûdem Durak were berdan”, “Bila girtiyên nexweş werin berdan”, “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” bi dawî bû.